JustPaste.it


السلام عليكم و رحمة الله و بركاته
مدرسة بهيرة عمرهي مدرسة
لخدمة كل المؤمنين من خلفية إسلامية و خلفيات اخرى و هدفها الكرازة بإسم المسيح و إظهار الحق
     من اقوال السيد الرب يسوع المسيح : انا هو نور العالم من يتبعني فلا يمشي بالظلمه بل يكون له نور الحياة.
مدرسة بهيرة عمر هي هيئة إرسالية مسيحية شغفها نشر كلمة الله في العالم العربي عبر الإنترنت وعبر وسائل إليكترونية أخرى


Ma Îsa Xwedê ye?

  •  Ma Îsa Xwedê ye?


    Ji Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê...
     ji Îsa Mesîhê ku şahidê dilsoz, nixuriyê miriyan û serokê padîşahên erdê ye, kerem û aştî li ser we be.

     

    Va ye, ew bi ewran re tê.
    Her çav wê wî bibîne, heta ew ên ku bedena wî qul kirine jî.
    Û hemû gelên dinyayê wê li ser wî li xwe bixin.
    Erê. Amîn.
    Xudan Xwedê, Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê, Karîndarê her tiştî, dibêje: «Alfa û Omêga Ez im.»
    Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê miriyan bi min re ne.

     

    Ez zivirîm, da ku ez wî dengê ku bi min re dipeyive bibînim. Îcar gava ez zivirîm, min heft şamdankên zêrîn dîtin. Di navenda çiradankan de min yek dît ku mîna Kurê Mirov bû, cilek heta bi lingan dirêj wergirtibû û kembereke zêrîn li singê wî girêdayî bû. Porê serê wî spî bû, wek livaya spî, mîna berfê bû. Û çavên wî wek pêta êgir bûn. Lingên wî wek wî tûncê xas ê ku di firnê de hatiye sorkirin dibiriqî û dengê wî wek dengê xuşîna aveke boş bû. Û di destê wî yê rastê de heft stêr hebûn û ji devê wî şûrekî dudevî yê tûj derdiket. Rûyê wî wek wê roja ku bi hemû hêza xwe şewq dide bû.
    Gava min ew dît, ez wek yekî mirî ketim ber lingên wî. Wî jî destê xwe yê rastê danî ser min û got: «Netirse, ez Yê pêşî û Yê Paşî me. Û Yê Zindî ez im. Ez mirî bûm, lê va ye, ez her û her dijîm. Û miftên mirinê û yên diyarê miriyan bi min re ne.

    Kur di ser Milyaketan re Ye
    1 Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan, bi rêberiya pêxemberan* ji bav û kalan re gotiye. 2 Lê di van rojên dawîn de, ew bi Kurê xwe yê ku ew kiriye wêrisê her tiştî û bi destê wî erd û ezman çêkirine, ji me re peyivî. 3 Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt. 4 Navê ku wî mîras standiye ka çiqas di ser yê milyaketan re ye, ew jî ewqas ji wan bilindtir bû.
    5 Çimkî ma Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
    «Tu Kurê min î,
    Îro tu ji min re bûyî.»
    An jî:
    «Ezê ji wî re bibim Bav*
    Û ewê ji min re bibe Kur.»
    6 Îcar çaxê Xwedê yê nixurî anî dinyayê, weha got:
    «Bila hemû milyaketên Xwedê biperizin* wî.»
    7 Ji bo milyaketan jî Xwedê dibêje:
    «Ew milyaketên xwe dike ba
    Û xizmetkarên xwe dike pêta êgir.»
    8 Lê ji bo Kur ew weha dibêje:
    «Ya Xwedê, textê te herheyî û heta hetayê ye.
    Gopalê padîşahiya te gopalê dadperweriyê ye.
    9 Te ji rastiyê hez kir û ji neheqiyê nefret kir,
    Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te,
    Tu bi rûnê şahiyê ji hevalên te bêtir bilind kirî.»
    10 Û li dereke din:
    «Ya Xudan, di destpêkê de
    Te bingeha erdê danî
    Û ezman jî karên destê te ne.
    11 Ewê wêran bibin, lê tê bimînî,
    Ew hemû wê wek cilan kevin bibin.
    12 Tê wan wek xiftan li hev bipêçî û
    Ewê wek cilan bên guhertin.
    Lê tu hergav eynî yî
    Û salên te xilas nabin.»
    13 Lê Xwedê ji kîjan milyaketî re kengê gotiye:
    «Li milê min ê rastê rûne,
    Heta ku ez dijminên te
    Bikim pêgeha lingên te.»
    14 Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?
    Di Destpêkê de Peyv Hebû ((Kurê Xwedê))
    1 Di destpêkê de Peyv* hebû (Kurê Xwedê). Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. 2 (Kurê Xwedê) Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. 3 Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. 4 Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. 5 Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême.


    16 Çimkî Xwedê wusa ji dinyayê hez kir ku Kurê xwe yê yekta da, da her kesê ku baweriyê bi wî bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe. 17 Xwedê Kurê xwe neşand ku dinyayê sûcdar derxe, lê ew şand ku dinya bi wî xilas bibe. 18 Yê ku baweriyê bi wî tîne, sûcdar nayê derxistin; lê yê ku baweriyê nayne, ji xwe sûcdar bûye, çimkî wî bawerî bi navê Kurê* Xwedê yê yekta neaniye. 19 Dîwanbûn* bi vî awayî ye: Ronahî hat dinyayê, lê mirovan ji ronahiyê bêtir ji tariyê hez kir, çimkî kirinên wan xerab bûn. 20 Her kesê ku xerabiyê dike, kîna wî ji ronahiyê heye; ew ber bi ronahiyê ve nayê, da ku kirinên wî xuya nebin. 21 Lê yê ku rastiyê dike, tê ber ronahiyê, da kifş bibe ku kirinên wî ji Xwedê ne.

    35 Bav* ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî. 36 Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.»

    21 Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê bide wan, herweha Kur jî dikare, wan ên ku ew dixwaze, bide jiyan. 22 Bav dîwana* tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur, 23 da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wusa ji Kur re jî hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake.

     

     5 Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû:
    6 Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî,
    Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir.
    7 Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist,
    Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan,
    Di şiklê mirovan de xuya bû.
    8 Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê,
    Heta çû mirina li ser xaçê.
    9 Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir
    Û navê di ser her navî re da wî.
    10 Da ku bi navê Îsa,
    Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de,
    Herin ser çokan
    11 Û ji bo rûmeta Bav Xwedê,
    Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.

     

     

    Rabûna Mesîh
    1Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn. 2Eger hûn wê Mizgîniya ku min daye we hişk bigirin, hûnê bi wê rizgar jî bibin; an na, we badîhewa bawer kiriye. 3Çimkî ya ku min stand, min berî her tiştî ragihand we. Wusa ku, Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir 4û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin. 5Ji Kîfas* re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû. 6Piştî vê jî, di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû; û pirraniya wan hê dijîn, lê hin ji wan razane. 7Piştre ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re. 8Piştî hemûyan jî, ji min re jî xuya bû, ez ê ku mîna zarokekî jiberçûyî me. 9Çimkî ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê. 10Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî. 11Îcar, eger ez an jî ew, em weha didin bihîstin û we jî weha bawer kir.
    Rabûna Miriyan
    12Eger tê danbihîstin ku Mesîh ji nav miriyan hat rakirin, çawa ji nav we hinek dibêjin: «Rabûna miriyan tune.» 13Eger rabûna miriyan tune be, Mesîh jî ne hatiye rakirin. 14Eger Mesîh nehatibe rakirin, hingê danezana me pûç û baweriya we jî pûç e. 15Hingê em şahidên Xwedê yên derewîn derdikevin. Çimkî me li ser Xwedê şahidî kir ku wî Mesîh ji nav miriyan rakir. Lê eger bi rastî mirî neyên rakirin, hingê Xwedê Mesîh jî ranekir. 16Çimkî eger mirî neyên rakirin, nexwe Mesîh jî nehatiye rakirin. 17Eger Mesîh nehatibe rakirin, baweriya we jî betal e, hê jî hûn di nav gunehên xwe de ne. 18Di vê rewşê de, yên ku di baweriya Mesîh de mirine jî helak bûne. 19Eger bi tenê ji bo vê jiyanê, me hêviya xwe bi Mesîh ve girêdabe, hingê em ji hemû mirovan bêtir di rewşeke reben de ne.
    20Lê rastî ev e ku Mesîh ji nav miriyan hatiye rakirin û ew berê* pêşî yê razayiyan e. 21Madem ku mirin bi destê mirov hat, rabûna miriyan jî bi destê mirov çêbû. 22Çawa ku hemû bi Adem* dimirin, wusa jî hemû wê bi Mesîh bên vejandin. 23Lê her kes di dora xwe de: Berê* pêşî Mesîh; piştre, di hatina Mesîh de yên wî wê rabin. 24Piştre, çaxê ku Mesîh her hukumdarî û her desthilatî û hêzê betal bike û padîşahiyê bide destê Bav Xwedê, wê bibe dawî. 25Çimkî, divê Mesîh hukumdariyê bike heta ku Xwedê hemû dijminan bike bin lingên wî. 26Dijminê dawî yê ku divê bê rakirin, mirin e. 27Çimkî «Xwedê her tişt xist bin lingên wî». Gava ku tê gotin, «Her tişt xist bin lingên wî», eşkere ye, Xwedê ne tê de, her tişt di bin lingên wî de ye. 28Gava ku her tişt hat xistin bin lingên wî, hingên Kur jî wê serê xwe li ber yê ku her tişt xistin bin lingên wî deyne, da ku Xwedê di her tiştî de her tişt be.
    29Nexwe, yên ku ji bo miriyan imad* dibin, wê çi bikin? Eger mirî tu caran neyên rakirin, hingê çima ji bo wan imad dibin? 30Îcar çima em her saet di nav talûkê de dimînin? 31Birano, ez her roj dimirim! Bi saya Xudanê me Îsa Mesîh ez bi we serbilind im û ev ji xwe wusa ye. 32Eger min li Efesê şer kir, wek ku min bi heywanên hov re kiribe, feyda vê ji bo min çi ye? Eger mirî neyên rakirin, «Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibê bimirin.» 33Neyên xapandin, «Hevaltiya xerab exlaqê spehî xera dike.» 34Rast werin ser hişê xwe û guneh nekin. Çimkî li ba hinekan zanîna Xwedê tune. Ji bo ku hûn şerm bibin ez van dibêjim.
    Bedena ji Mirinê Rabûyî
    35Lê belê yek dikare bêje: «Mirî çawa tên rakirin? Bi bedeneke çawa tên?» 36Bêaqilo, tiştê ku tu diçînî, heta ku nemire, şîn nabe! 37Tiştê ku tu diçînî, ne beden e ku wê çêbe, lê belê tovekî tazî, belkî genim an jî tovekî din e. 38Xwedê li gor daxwaza xwe bedenekê dide wî, yanî bedena her tovî dide wî. 39Her goşt ne yek e; lê belê goştê mirovan cihê ye, goştê heywanan cihê ye, goştê teyrikan cihê ye û goştê masiyan cihê ye. 40Bedenên ezmanî û bedenên dinyayî hene. Lê rûmeta bedenên ezmanî cihê ye, rûmeta yên dinyayî cihê ye. 41Rûmeta rojê cihê ye, rûmeta heyvê cihê ye û rûmeta stêran cihê ye. Di rûmetê de stêr ji stêrê jî cihê ye. 42Rabûna miriyan jî bi vî awayî ye. Di rizîbûnê de tê çandin, di nerizîbûnê de tê rakirin. 43Di şermezariyê de tê çandin, di rûmetê de tê rakirin; di lewaziyê de tê çandin, di hêzdariyê de tê rakirin. 44Bedena xweheyî* tê çandin, bedena ruhanî tê rakirin. Çawa ku bedena xweheyî heye, wusa jî bedena ruhanî heye. 45Weha jî hatiye nivîsîn: «Mirovê pêşî Adem, bû canê jîndar.» Lê Ademê paşî bû ruhê ku jiyanê dide. 46Lê belê ne bedena ruhanî, lê bedena xweheyî pêşî hat; ya ruhanî paşê hat. 47Mirovê pêşî ji erdê, yanî ji axê ye; mirovê diduyan ji ezmanan e. 48Yê ji axê çawa be, yên ku ji axê ne jî wusa ne. Yê ezmanî çawa be, yên ezmanî jî wusa ne. 49Çawa ku me wêneyê mirovê ji axê wergirtiye, wusa jî emê wêneyê mirovê ezmanî wergirin.
    50Birano, ez vê dibêjim: Xwîn û goşt nikarin Padîşahiya Xwedê mîras bistînin. Ne jî rizîbûn dikare nerizîbûnê mîras bistîne.
    51Va ye, ez ji we re sirekê dibêjim: Em hemû namirin, lê di lêxistina boriya dawî de emê hemû di kêlîkekê de, di girtin û vekirina çavan de, bên guhertin. 52Çimkî borî wê bê lêxistin, mirî wê bi nerizîbûnîtî bên rakirin û emê bên guhertin. 53Çimkî divê evê ku dirize nerizîbûnê û evê ku dimire nemirinê li xwe bike. 54Îcar gava ku evê dirize nerizîbûnê û evê ku dimire nemirinê li xwe bike, ev peyva nivîsandî hingê wê bê cih: «Mirin di serketinê de hat daqurtandin. 55Hey mirinê, kanê serketina te li ku derê ma? Hey mirinê, kanê derziya te li ku derê ma?» 56Derziya mirinê guneh e; hêza guneh Şerîet e. 57Lê şikir ji Xwedê re yê ku bi destê Xudanê me Îsa Mesîh serketinê dide me. 58Ji bo vê yekê, ey birayên min ên hezkirî, veneleqin, nelebte bin, di karê Xudan de herdem xîretkêş bin; çimkî hûn dizanin ku bi Xudan re keda we ne badîhewa ye.

 Ma Îsa Xwedê ye? Ma Îsa qe îddia Xwedabûnê kirîye?

 Di Încîlê de, Îsa tu car ne hatî tomar kirin ku bi peyvên vebir gotî, “Ez Xwedê me.” Lê dîsa jî, viya nayê wateya hanê ku Wî dîyar nekirî ku Ew ne Xwedê ye. Peyvên Îsa yên ku di Yuhanna 10:30 de derbas dibe mînak bigirin, “Ez û Yabo yek in.” Em, bi tenê, hewce ne mêze bikin li berteka Cihûyan li dijî gotara Wî ya Xwedabûnê. Ji ber vê sedemê, wan hêz dan ku Wî biricimînin. “… tu, bi tenê mirovek, îddia dikî ku tu Xwedê ye” (Yuhanna 10:33). Cihûyan bi tevahî têgihişt ku Îsa çi îddia dikir—yezdantî. Bala xwe bidinê ku Îsa înkar nake ku Ew Xwedê ye. Dema ku Îsa bang kir, “Ez û Yabo yek in” (Yuhanna 10:30), Wî digot ku Ew û Yabo ji yek xwerist û cewherek in. Yuhanna 8:58 yek mînakek din e. Îsa gotî, “Ez ji we re rastîyê dibêjim, hîn Îbrehîm xwedê ne da bû, Ez heme!” Bersîva Cihûyan, ên ku bi vê gotarê hesîyan, ev bû ku ew xwarê kevira bûn ku Wî ji rûyê kufrê de bikujin, ji ber ku Şerîata Mûsa li wan ferman dikir ku wisa bikin (Levît 24:15).

Yuhanna têgeya yezdantîya Îsa carî dike: “Kelam Xwedê bû” û “Kelam bû zindîyê di laş” (Yuhanna 1:1, 14). Ev riste bi eşkereyî diyar dike ku Îsa Xwedanê di laş e. Acts 20:28 ji me re dibêje, “Bibin şivanên dêra Xwedê, ya ku Wî bi xwîna Xwe kirî.” Ma kê dêr—dêra Xwedê—bi xwîna Xwe kirî? Îsa Mesîh. Acts 20:28 daxuyan dike ku Xwedê dêra Xwe bi xwîna Xwe kirî. Ji ber vê hindê, Îsa Xwedê ye!

Thomasê peyrew di derheq Îsa de daxuyan kirî, “Rebê min û Xwedanê min” (Yuhanna 20:28). Îsa wî serast naki. Titus 2:13 dil dide me ku em li benda hatina Xwedan û Xelaskarê xwe, Îsa Mesîh, bimînîn (Her wisa binihêrin li 2 Petrus 1:1). Di Îbranîyan 1:8’de, Yabo Îsa dide zanîn, “Lêbelê di derheq Kur de Ew dibêje, ‘Xwedêyo, ezmanê Te wê heta hetayî û her bidome û bi rastî, dê bibe gopalê keyîtîya Te.’” Yabo qala Îsa wekî “Xwedêyo” dike û diyar dike ku Îsa, bi rastî, Xwedê ye.

Di Peyxamê de, ferîşteyek Yuhannayê Hawarî talîm dike ku Xwedê tenê biperêse (Peyxam 19:10). Îsa, çend caran di Pîrtûka Pîroz de, hatî perêstin (Matta 2:11, 14:33, 28:9, 17; Luka 24:52; Yuhanna 9:38). Ew tu car bi mirovan re ji bo Wî diperêsînin ne xeyidîye. Heke Îsa ne Xwedê bûya, dê Wî ji mirovan re bigotibûya bila Wî neperêsînin, her wekî ferîşteyê di Peyxamê de gotî. Gelek rist û pasajên Pîrtûka Pîroz hene ku yezdantîya Îsa diparêzin.

Sedema herî girîng, ku divê Îsa Xwedê be, ev e ku heke Ew ne Xwedê be, dê mirina Wî ji bo cirmdayîna gunehên dinê bes nebûya (1 Yuhanna 2:2). Heke Îsa Xwedê ne bûya, Ew ê bibûya hebûnek afirandî, yê ku nekaribû cirma bêdawî bide, cirma ku ji bo gunehê li dijî Xwedanek bêdawî hatî kirin, hewce dike. Bi tenê, Xwedê dikaribû cirmek wisa bêdawî bide. Bi tenê, Xwedê dikaribû gunehên dinê bigirta ser xwe (2 Korîntî 5:21), bimiriya û bahata jinuvejandin û serkeftina Xwe li ser guneh û mirinê îsbat bikira.

  • Pirs: Îsa Mesîh kî ye?

    Bersîv: Ji pirsa “Ma Xwedê heye?” cûda, pirr hindik kes dipirsin gelo Îsa Mesîh hebû an na. Bi gelemperî tête qebûl kirin ku Îsa ji rast jî mirovek bû ku 2000 sal berê li Îsraîl li ser rûyê erdê meşiyaye. Gelemşe, gava ku mijara pênasa tam ya Îsa were gengeşî kirin dest pê dike. Hema hema her olê mezin fêr dike ku Îsa pêxemberek bû an jî mamosteyek qenc bû an jî mirovek xwedênas bû. Pirsgirêk ev e ku Încîl ji me re dibêje ku Îsa ji pêxemberek, ji mamosteyek qenc an jî ji mirovek xwedênas zehf zêdetir bû.

    C.S. Lewis, di pirtûka xwe de, Mere Christianity, vanên jêrîn dinivîse: “Li vir ez hewl didim xwe pêşî li kesek bigirim bila tiştê hişsivikan, ku mirov bi gelemperî di derheqê Wî [Îsa Mesîh] de dibêjîn, nebêje: ‘Ez amade me Îsa wek mamosteyek gewre yê rewiştî qebûl bikim, lê ez îddia wî ya Xwedabûnê qebûl nakim.' Yek tiştek ku divê em nebêjin ev e. Mirovek ku bitenê mirovek bû û ji rengên tiştên ku Îsa gotîye gotî nedibû mamosteyek gewre yê rewiştî. Ya ew wê şêtek bibûya—di heman xêza mirovek de yê ku dibêje ew hêkek kelandî ye—an na, bibûya Îblîsê dojehê. Divê hûn hilbijêrka xwe bikin. Ev mirov ya Kurê Xwedê bû/ye an na, şêtek an jî tîştek xirabtir bû/ye. Ji bêhişî, hûn dikarin wî huş bikin, hûn dikarin wek îblîsek tû wî bikin û wî bikujin; an jî hûn dikarin xwe bavêjin ber lingî wî û jê re bibêjin Reb an jî Xwedê. Lê di derheq navnameya wî ya mamsoteyek gewre yê mirovî de, em çu tewşikîyek pîber pêşnîyar nekin. Wî wê vebijarka ji me re vekirî nehişt. Wî nêt nekir ku bihêli.”

    Wê car, ma Îsa gotî Ew kî ye? Ma Încîl dibêje Ew kî ye? Pêşîn, ka em li peyvikên Îsa yên di Yuhanna 10:30 de derbas dibe mêze bikin, “Ez û Yabo yek in.” Serê ewil, mirov dibêje qey viya ne îddiaya Xwedabûnê ye. Lêbelê, li hember gotara Wî li berteka Cihûyan binihêrin. Cihûyan vegerand û got “‘Ne ku em ji bo van tiştan yekê te diricimînin, lê ji bo kufrê, lewma tu, tenê mirovek, îddia dikî ku bûyî Xwedê’” (Yuhanna 10:33). Cihûyan gotara Îsa wek îddiayek Xwedabûnê fem kir. Di rêzên jêrîn de, Îsa çu caran gotina Cihûyan serrast nekir û negot, “Min îddia nekir ku Ez Xwedê me.” Viya wekat dike Îsa, bi rastî, bi diyarkirina “Ez û Yabô yek in” (Yuhanna 10:30), digot ku Ew Xwedê bû.. Yuhanna 8:58 mînakek din e: “Ez ji we re rastîyê dibêjim,’ Îsa bersîv da ‘hîn Îbrehîm xwedê nedabû, Ez heme!’” Cihûyan, dîsa bi hêzdana ricimandina Îsa, li hemberî vê gotarê, xwarî keviran bûn (Yuhanna 8:59). Bangkirina Îsa ya pênasa Xwe wek “Ez im”, rastarast tetbîqek navê Xwedê yê Peymana Kevn e (Komkoçî 3:14). Heke Îsa tiştek, ku Cihûyan bawer dikir Ew pê bûye kafir, ango îddiaya Xwedêbûnê, negotibûya, çima Cihûyan dîsa dixwest ku Îsa bidin ber keviran?

    Yuhanna 1:1 dibêje “Kelam Xwedê bû.” Yuhanna 1:14 dibêje “Kelam bû laş.” Ev bi eşkera destnîşan dide ku Îsa Xwedanê di laş e. Peyrewê Thomas ji Îsa re vegotî, “Rebbê min û Xwedanê min” (Yuhanna 20:28). Îsa gotina wî li hev rast naki. Paulê hawarî salixdana Wî wekî, “…Xwedan û Xelaskarê me yê mezin, Îsa Mesîh” (Titus 2:13) dide. Petrusê hawarî heman tiştî dibêje, “…Xwedan û Xelaskarê me Îsa Mesîh” (2 Petrûs 1:1). Xwedanê Yabo jî govanê pênasa Îsa ya tam e, “Lê di derheqê Kur de ew dibêje, ‘Ezmanê Te, Xwedêyo, dê heta hetayî û her bidome û rastî jî dê bibe gopalê keytîya Te.’” Peymana Kevn pêşdibîne ku Îsa yazdantîya Xwe bang dike, “Lewma zarokek me çêbû, Xwedê kurikek da me û kargerî dê li milên wî be. Û dê jê re were gotin Pêşewrê Şahane, Xwedanê Serwer, Yaboyê Cawîdan, Mîrê Aşitîyê” (Îshaq 9:6).

    Ji ber vê yekê, wekî C.S. Lewis lec kirî, bawerkirinî ku Îsa bi tenê mamosteyek qenc e, vebijarkek nîne. Îsa bi eşekere û bê gelemşe îddia Xwedêbûnê kirî. Heke Ew ne Xwedê ye, wê hîngê Ew derewkarek e û ji ber vê yekê jî, pêxemberek, mamosteyek qenc an jî mirovek xwedênas nîne. Di hewlên tewîlkirina peyvikên Îsa de, “zanyar”ên nûjen îddia dikin ku “Îsayê dîrokî yê rastîn” pirr tiştên ku Încîl hildide Wî negotî. Ma Kelamê Xwedê yê li ser Îsa çi gotî an negotî divê em bi kê re gengeşî bikin? Ma “Zanyar”ek bi du hezar salan ji Îsa dûr, çawa dikare ji wan kesên ku li ba Îsa Bi Xwe jîyîne, xizmet kirine û ji hêla Îsa Bi Xwe hatîne hîn kirin, çêtir pê zanibe ku Îsa çi gotî û negotî (Yuhanna 14:26)?

    Çima pirsgirêka li ser pênasa Îsa ya rastîn ew çend grîng e? Pirsa ku gelo Îsa Xwedê ye an na çima grîng e? Sedema herî girîng, ku divê Îsa Xwedê be, ev e ku heke Ew ne Xwedê be, dê mirina Wî ji bo cirmdayîna gunehên hemû dinê bes nedibûya (1 Yuhanna 2:2). Xwedê tenê dikaribû cirmek wisa bêdawî bida (Romî 5:8; 2 Korîntî 5:21). Dipêdivî Îsa Xwedê bûya, da ku Ew bikaribûya deynê me bida. Dipêdivî ku Îsa Mirov bûya ku Ew bikaribûya bimiri. Xelasî, bi tenê, bi navgîniya bawerîya bi Îsa Mesîh ve, tête dîtin. Sedema yezdantîya Îsa ev e ku riya yekta ya xelasiyê Ew e. Sedema yezdantîya Îsa ev e ku Wî diyar kir, “Ez rê û rastî û jîyan im. Ji bil navgîniya min çu kes nikare wasil Xwedê be” (Yuhanna 14:6).

    Pirs: Jîyana Sermedî Heye?

    Bersîv: Încîl şiverêyek zelal a jîyana sermedî pêşkêş dike. Pêşîn, divê em li xwe daynin ku me li hember Xwedê guneh kirine: "Ji ber ku me giştan guneh kirî û em ji pîrozahîya Xwedê re qîm nakin" (Romî 3:23). Me giştan tiştên ku Xwedê dixeyidîne kirî, yên ku me musteheqê cezê dike. Lewra ku hemû gunehên me, di dawîyê de, li dijî Xwedanek sermedî ye, cezayek sermedî tenê bes e. "Berdêla gunehan mirin e; lê xelata Xwedê, bi navgîniya Îsa Mesîhê Rebê me ve, jîyana sermedî ye" (Romî 6:23).

    Lêbelê, Îsa Mesîh, bêguneh (1 Petrûs 2:22), Kurê Xwedê yê sermedî, bû mirovek (Yuhanna 1:1,14) û ji bo ku cirma me bide mir. "Xwedê evîna Xwe ya ji bo me, di viya de raber dike: ku em hê jî jî gunehkar bûn, Îsa ji bo me mir" (Romî 5:8). Îsa Mesîh ceza ku em musteheq in kişand (2 Korintî 5:21) û di çarmîxê de mir (Yuhanna 19:31-42). Sê roj şûnda Ew ji nû ve jîya (1 Korintî 15:1-4) û li dijî guneh û mirinê serkeftina Xwe anî ber çavan. "Di dilovaniya Xwe ya mezin de, Wî bi navgîniya jinûvejîna Îsa Mesîh ve, hêvîyek jîndar ji me re welidand" (1 Petrus 1:3).

    Bi bawerîyê, divê em ji bo xelasîyê di derheqê Îsa de ramana xwe ya pêdandî –Ew kî ye, Wî çi kirî û çima kirî – biguherînin (Acts 3:19). Heke em bawerîya xwe bi Wî bînin, pê ewle bin ku Ew di çarmîxê de ji bo cirmdayîna gunehên me mirî, em ê werin bexşîn û sozê jîyana sermedî ya bihuştê bigirin. "Xwedê wisa ji dinê hez dikir ku lewma Wî Kurê Xwe yê yek û yekta şand, da ku heçî kî bi Wî bawer dike, qir bibe na, lê bigihîje jîyana sermedî" (Yuhanna 3:16). "Heke tu bi devê xwe bipejirînî, 'Îsa Rebb e,' û di dilê xwe de jî bawer bikî ku Xwedê Wî ji nav mirîyan ji nû ve rakir, tu ê werî xelas kirin" (Romî 10:9). Riya tenê ya rast ku diçe jîyana sermedî, ev e ku mirov bi tenê bawerî bi xebata Îsa ku di çarmîxê de qediyaye, bîne! "Lewra bi lutf û keremê ye ku hûn têne xelas kirin, bi bawerîyê – û ev ne ya/yê we bixwe ye, ew xelata Xwedê ye - ne bi kar û xebatê ye, da ku çu kesek nikaribe pesn û beradan bide xwe" (Efesî 2:8-9).

    Heke hûn dixwazin Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe qebûl bikin, li vir duayek mînak heye. Ji bîr mekin, gotina vê duayê an jî duayek din we xelas nake. Bitenê, bawerkirin bi Îsa dikare we ji gunehan xelas bike. Ev dua bitenê awayek e ku pê hûn bawerîya xwe ya bi Xwedê tênin ziman û ji Wî re ji bo peydakirina xelasiya xwe spas bikin. "Xwedêyo, ez dizanim ku min li hember Te guneh kir û ez cezê heq dikim. Lê Îsa Mesîh ceza ku ez musteheq im kişand, da ku bi navgîniya bawerîya Wî ez werim bexşandin. Ji bo xelasîyê, ez bawerîya xwe dispirêm Te. Spas ji nimeta Te ya şahane – xelata jîyana sermedî! Amîn!"

     

    Pirs: Ma Bexşandin heye? Çawa ez digihîjim bexşandina Xwedê?

    Bersîv: Acts 13:38 dide zanîn, “Ji ber vê yekê, birano, ez dixwazim hûn bizanibin ku bexşandina gunehan, bi navgîniya Îsa ve, ji we re hate daxuyandin.”

    Bexşandin çî ye û çima ez pê hewce me?

    Peyvika “bexş”ê, tête wateya paqijkirina şaşîyên raborî, efûkirinê, betalkirina deynek. Gava ku em li yekê neheqîyek dikin, em li bexşandina wan digerin, ku têkilî ji nû ve were çak kirin. Bexşandin nehatî dayîn, lewra yek kesek heq dike ku were bexşîn. Çu kes heq nake ku were bexşîn. Bexşandin kirinek evînê, dilovanîyê û nîmetê ye. Bexşandin biryarek e ku hûn çu kesê nekin tawanbar, digel vî tiştê ku ew bi we dikin.

    Încîl ji me re dibêje ku em gişt hewcedarê bexşandina Xwedê ne. Me giştan guneh kirî. Ecclesiastes 7:20 daxuyan dike, “Li rûkê dinê kesek rast û durust tune ku tiştê rast dike û gunehan jî qe nake.” 1 Yuhanna 1:8 dibêje, “Heke em îddiaya bêgunehbûnê bikin, em xwe dixapînîn û rastî ne di me de ye.” Her guneh, paşiya paşîn, li hember Xwedê kiryarek serrakirinê ye (Mezmûr 51:4). Dawî ev e ku em bêhêvî û bêronî hewcê bexşandina Xwedê ne. Heke gunehên me neyên bexşîn, em ê cawîdanîyê bi jankişana encamên gunehên xwe derbaz bikin. (Matta 25:46; Yuhanna 3:36).

    Bexşandin – Çawa ez wê bi dest xwe bixim?

    Ji xêra Xwedê, Xwedê mîhrîban û dilovan e – daxwazkar e ku gunehên me bibexşîne! 2 Petrus 3:9 ji me re dibêje, “…Ew ji we re bitebat e ku naxwaze yek ji we qir bibe, lê dixwaze her kes were tobê.” Xweda daxwaz dike me bibexşîne, ji ber vê yekê, Wî bexşandina me derpêş kirî.

    Cirm û ceza dadmenda yekta ya gunehên me mirin e. Nîvê yekemîna Romîyan 6:23 daxuyan dike, “Lewra ku berdêla gunehan mirin e…” Mirina sermedî ye ku me di ber gunehên xwe de bi dest xwe xistî. Xwedê, di pêşnûmaya Xweya kemilandî de, bû hebûnek mirovî – Îsa Mesîh (Yuhanna 1:1,14). Îsa di çarmîxê de mir û cirma ku em musteheq in da – mirin. 2 Korîntî 5:21 me hîn dike, “Xwedê, ji bo me bi Wî, yê nexwedan-guneh, guneh dakirin, da ku di Wî de em bikaribin bibin rastîya Xwedê.” Îsa di çarmîxê de mir û ceza ku em musteheq in kişand! Wekî Xwedê, mirina Îsa bexşandina hemû gunehên dinê peyda kir. 1 Yuhanna 2:2 destnîşan dike, “Ew gorîya kefareta gunehên me ye û ne ji bo yên me tenê; lê ji bo gunehên dinê giştî.” Îsa ji nav miriyan rabû û li hember guneh û mirinê serkeftina Xwe bang kir (1 Korîntî 15:1-28). Bi navgîniya mirin û jinûvejîna Îsa Mesîh, Xwedê bipesin û bişêkir; nîvê duyemîn a Romîyan 6:23 rast e, “…lê xelata Xwedê, bi navgîniya Îsa Mesîhê Rebê me ve, jîyana sermedî ye.”

    Ma tu dixwazî gunehên te were bexşîn? Ma bi te re hêsek nereheta gunehkarîyê heye ku mirov dibêjê qey tu nikarî lêxî û herî? Bexşandina gunehên te heye, heke tu xwe bisipirî Îsa Mesîh wekî Xelaskarek. Efesî 1:7 dibêje, “Di Wî de, bi navgîniya xwîna Wî û li gor dewletmendîya bexş û nîmeta Xwedê, em rizgar dibin, gunehên me têne bexşandin.” Îsa deynê me di şûna me de da, ji ber vê yekê, dibe ku em werin bexşîn. Tiştên ku divê hûn bikin ev e, di ber Xwedê bigerin bila we, bi navgîniya Îsa ve, bibexşîne û bawer bikin ku Îsa ji bo deynê bexşandina we bide mir – û Ew dê we bibexşîne! Yuhanna 3:16-17 vê hinareya şahane dihêwirîne, “Ji ber ku Xwedê wisa ji dinê hez dikir ku Wî Kurê Xweyê yek û yekta da, ku heçî kî bi Wî bawer bike dê qir bibe na, lê dê bibe xwediyê jîyana sermedî. Ji ber ku Xwedê Kurê Xwe neşand ku dinê şermezar bike, lêbelê bi navgîniya Wî dinê rizgar bike.”

    Bexşandin – Birra jî viya ew qas asan e?

    Erê, viya ew qas asan e! Hûn nikarin bexşandina Xwedê bi dest xwe bixin. Hûn nikarin cirm û berdêla bexşandina Xwedê bidin. Bi tenê, hûn bi bawerîyê, bi navgîniya nîmet û dilovanîya Xwedê dikarin wî bistînin. Ku hûn dixwazin Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe qebûl bikin û ji Xwedê bexşandinê bisitînin, dua ku hûn bikin ev e. Gotina vê duayê an jî duayek din we xelas nake. Bitenê, bawerkirin bi Îsa dikare bexşandina gunehan peyda bike. Ev dua, bi tenê, awayek e ku pê hûn bawerîya xwe ya bi Xwedê tênin ziman û ji Wî re ji bo peydakirina xelasîya xwe spas bikin. "Xwedêyo, ez dizanim ku min li hember Te guneh kir û ez musteheqê cirm û cezê me. Lê Îsa Mesîh ceza ku ez musteheq im kişand, da ku bi navgîniya bawerîya bi Wî ve, ez bêm bexşandin. Ji bo Xelasîyê ez bawerîya xwe dispirêm Te. Spas ji bo nîmet û bexşa Te ya şahane – xelata jîyana sermedî! Amîn!"

     

    Pirs: Ev tê çi wateyê ku mirov Îsa wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl dike?

    Bersîv: Ma we Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl kirî? Jo bo ku mirov vê pirsê rast fam bike, divê hûn, pêşîn, termên mîna “Îsa Mesîh,” “şexsî,” û “Xelaskar” fam bikin.

    Îsa Mesîh kî ye? Dê gelek mirov Îsa Mesîh wekî mirovek qenc, mamosteyek mezin, hetta wekî pêxemberek Xwedê bipejirînin. Van tiştanan, bê şêk û bê guman, ji bo Îsa rast in, lê bi tevahî salixdan nadin ku Ew bi rastî kî ye. Încîl ji me re dibêje ku Îsa Xwedanê di laş e, Xwedanê di şiklê mirov de ye (binihêrin li Yuhanna 1:1, 14). Xwedê hat dinê ku me hîn bike, li me guhdar bike, me li hev rast bike, me bibexşîne—û ji bo me mir! Îsa Mesîh Xwedê ye, Aferîndêr e, Rebê serwer e. Ma we vî Îsayê hanê qebûl kir?

    Xelaskarek çî ye û çima em hewcê Xelaskarek in? Încîl ji me re dibêje ku me giştan guneh kirî; me giştan kiryarên neçê kirî (Romî 3:10-18). Wekî encama gunehê me, em musteheqê xezeb û daraza Xwedê ne. Cirm û ceza dadmend a gunehan, ku li hember Xwedanek cawîdanî û sermedî hatî kirin, bitenê cirm û cezayek bêdawî ye (Romî 6:23; Peyxam 20:11-15). Ji ber vê sedemê ye ku em hewcê Xelaskarek in!

    Îsa Mesîh hat dinê û di dewsa me de mir. Mirina Îsa berdêlek bêdawî ya gunehên me bû (2 Korîntî 5:21). Îsa, bo ku cirma gunehên me bide, mir (Romî 5:8). Îsa berdêl da, da ku em bêçar û bêgav nemînin ku bidin. Jinûvejîna Îsa ya ji nav miriyan îsbat kir ku mirina Wî ji bo cirmdayîna gunehên me bes bû. Sedem ev e ku Îsa Xelaskarê yek û yekta ye (Yuhanna 14:6; Acts 4:12)! Ma hûn bi Îsa, wekî Xelaskarê we, dibin ewle?

    Ma Îsa Xelaskarê we yê “şexsî” ye? Pirr kes Xiristîyanîyê wekî çûyîna dêre, bicîhanîna ayînan û/an jî nekirina hinek gunehan dibîne. Wîya ne Xiristîyanî ye. Xiristîyanîya Rastîn, bi Îsa Mesîh re têkilek şexsî ye. Wateya qebûlkirina Îsa wekî Xelaskarê we yê şexsî ev e, ku hûn bîr û bawerîya xweya şexsî dispêrin Wî. Çu kes bi bawerîya kesên din xelas nabe. Çu kes bi kirina çend kiryaran nayê bexşîn. Rêya xelasbûnê tenê ev e ku hûn Îsa şexsen wekî Xelaskarê xwe qebûl bikin û bi mirina Wî wekî cirmdayîna gunehên we û jinûvejîna wî jî wekî belêniya weya jîyana sermedî bawer bikin (Yuhanna 3:16). Ma Îsa şexsen Xelasakrê we ye?

    Heke hûn dixwazin Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl bikin, peyvikên jêrîn ji Xwedê re bibêjin. Ji bîr mekin, gotina vê duayê an jî duayek din we xelas nake. Bitenê, bawerkirin bi Îsa û bi kar û xebata wîya qedandî ya li çarmîxê ya jo bo we, dikare we ji gunehan xelas bike. Ev dua bitenê awayek e ku pê hûn bawerîya xwe ya bi Xwedê tênin ziman û ji Wî re ji bo peydakirina xelasîya xwe spas dikin. "Xwedêyo, ez dizanim ku min li hember Te guneh kir û ez musteheqê cirm û cezê me. Lê ez bawer dikim ku Îsa Mesîh ceza ku ez musteheq im kişand, da ku bi navgîniya bawerî bi Wî ve, ez bêm bexşandin. Ez pêşniyara bexşandina te qebûl dikim û ji bo xelasîyê ez xwe dispêrim Te. Ez Îsa wekî Xelaskarê xwe yê şexsî dipejirînim! Spas ji bo nîmet û bexşa Te ya şahane – xelata jîyana sermedî! Amîn!"

     

    Pirs: Pêşnûmaya xelasîyê/riya xelasîyê çî ye?

    Bersîv: Ma hûn birçîne? Ne ku bi fîzîkî birçîne, lê hûn di jîyanê de birçîyê tiştek zêtir in? Ma tiştek di kûrahîya hundirê we de heye ku mirov dibêje qey çu caran nayê têr kirin? Heke wisa ye, rê Îsa ye! Îsa gotî, “Ez nanê jîyanê me. Yê ku were min çu caran birçî nabe û yê ku bi min bawerîya xwe bîne jî çu caran tî nabe” (Yuhanna 6:35).

    Ma hûn şeqizîn? Ma mirov dibêje qey hûn çu caran nikarin di jîyanê de şiverêyek an jî aramancek bibînin? Ma ev wîsa xuya ye ku mirov dibêje qey yekê çira vemirandî û hûn jî nikarin prîzê bibînin? Heke wisa ye, rê Îsa ye! Îsa daxuyan kirî, “Ez çira dinê me. Heçî kî bi de pê min dê çu caran di tariyê de nemeşe, lê dê bibe xwediyê çira jîyanê” (Yuhanna 8:12).

    Ma hûn hês dikin ku mirov dibêje qey hûn ji jîyanê hatine qewirandin? Ma we pirr derî ceribandî, da ku bi tenê fêr bibin tiştê ku li paş wan e vala û bêwate ye? Ma hûn li dergeha jîyanek têrker digerin? Heke wisa ye, rê Îsa ye! Îsa bang kirî, “Ez im dergeh; heçî kî bi navgîniya min ve dakeve dê were xelas kirin. Ew dê were hûndir û derkeve û mêrgê bibîne” (Yuhanna 10:9).

    Ma mirovên din her û her xewn û xiyalê we dişikînin? Ma pêwendîyên we rûxarî û vala derketin? Ma mirov dibêje qey her kes diki ku ji we sûd bigire? Heke wisa ye, rê Îsa ye! Îsa gotî, “Ez şivanê qenc im. Şivanên qenc ji bo pezê xwe jîyana xwe gorî dike. Ez şivanê qenc im; Ez bi pezê xwe dizanim û pezê min jî bi min dizane” (Yuhanna 10:11, 14).

    Ma hûn nabêjin gelo piştî vê jîyanê çi diqewime? Ma hûn hêdî aciz bûne ji jîyankirina jîyana xwe, ku ji bo tiştên bi tenê genî û ko dibin? Ma hûn carinan şêk dikin gelo wateyek jîyanê heye an na? Ma hûn dixwazin ji mirinê şûnda jî bijîn? Heke wisa ye, rê Îsa ye! Îsa diyar kirî, “Ez jinûvejîn û jîn im. Heçî kî bi min bawer bike dê jîyan bike, hetta dê bimire; û heçî kî bi bawerî ya min jiyan bike dê qe nemire” (Yuhanna 11:25-26).

    Rê çî ye? Rastî çî ye? Jîyan çî ye? Îsa bersîv dayî, “Ez rê û rastî û jîyan im. Çû kes ji bil navgîniya min nikare bigihîje Yabo” (Yuhanna 14:6).

    Birçîbûna ku hûn hês dikin birçîbûnek giyanî ye û bi tenê, ji alî Îsa ve tête têr kirin. Îsa ew kesê yekta ye ku dikare tarîtîyê ra bike. Îsa derê têrkirina jîyanê ye. Îsa wî heval û şivanê ku hûn lê digerin e. Îsa jîn e—li vê û li wê dinê. Îsa riya xelasîyê ye!

    Sedema ku hûn xwe birçî hês dikin, sedema ku mirov dibêje qey hûn di nav tarîyê de wenda ne û sedema ku hûn nikarin di jîyanê de wateyek bibînin ev e ku Hûn ji Xwedê cihê ne. Încîl ji me re dibêje ku me giştan guneh kirî û ji ber vê hindê, em ji Xwedê cihê ne (Ecclesiastes 7:20; Romî 3:23). Valahîya ku hûn di dilê xwe de hês dikin ev e, ku Xwedê ji jîyana we çûye. Em bi awayek hatin afirandin ku me têkilîyek bi Xwedê re heye. Ji rûyê gunehê me de, em ji wê têkilîyê cûda ne. Ji viya jî xirabtir, gunehê me dê bibe sedema me ku em ji Xwedê heya heya werin cûda, li vê û li wê dinê (Romî 6:23; Yuhanna 3:36).

    Çawa vê pirsgirêka were çareser kirin? Rê Îsa ye! Îsa gunehê me girt ser Xwe (2 Korîntî 5:21). Îsa di dêla me ve mir (Romî 5:8) û ceza ku em musteheq in kişand. Sê roj şûnda, Îsa ji nû ve jiya û li hember guneh û mirinê serkefta Xwe îsbat kir (Romî 6:4-5). Çima Wî viya kir? Îsa bersîva wê pirsê Bi Xwe da: “Evîna mestir ji xilaf viya tişt nîne, ku wî jîyana xwe ji bo hevalên xwe gorî kir” (Yuhanna 15:13). Îsa mir, da ku em bikarin bijîn. Heke em xwe rasipêrin Wî û bi mirina Wî wek cirmdayîna gunehên me bawer bikin, hemû gunehên me dê werin bexşandin û şuştin. Wê hîngê em ê birçîbûna xwe ya giyanî bidin têr kirin. Dê çira werin vêxistin. Em dê bikaribin bigihijîn jîyanek têrker. Em dê hevalê xwe yê herî rast û şivanê xwe yê qenc nas bikin. Em ê bizanibin me jîyanek piştî mirinê jî heye— li bihuştê heta hetayî bi Îsa re jîyanek!

    “Ji ber ku Xwedê ev qas ji dinê hez dikir ku wî Kurê xwe yê yek û yekta da, da ku heçî kî bawerîyê bi Wî werîne qir nebe, lê wê bibe xwedîyê jiyanek sermedî” (Yuhanna 3:16).

     

    Erdê Nû û Ezmanê Nû

    1Hingê min erdekî nû û ezmanekî nû dîtin; çimkî ezmanê pêşî û erdê pêşî bihûrîn û êdî derya tunebû. 2Min dît ku Bajarê Pîroz, Orşelîma nû wek bûka ku ji bo mêrê xwe hatiye xemilandin, ji nav ezmên ji Xwedê dihat xwarê. 3Û min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: «Va ye, konê Xwedê di nav mirovan de ye û ew bi xwe wê bi wan re bijî. Ewê gelên wî bin û Xwedê bi xwe wê bi wan re be û Xwedayê wan be. 4Ewê ji çavên wan hemû hêstirên wan paqij bike û êdî mirin wê nebe. Êdî şîn û girîn, êş û elem jî wê nebin; çimkî tiştên berê bihûrîn.»

    5Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: «Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.» Û got: «Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in». 6Û ji min re got: «Her tişt çêbû. Ez Alfa û Omêga, Destpêk û Dawî me. Ezê ji kaniya ava jiyanê belaş bidim yê ku tî bûye. 7Yê ku bi ser bikeve wê ji van tiştan parê bistîne û ezê Xwedayê wî bim û ewê kurê min be. 8Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest* û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»

     

    Ewê ku bi ser dikeve ezê wî di Perestgeha* Xwedayê xwe de bikim stûn û ew êdî tu caran dernakeve derve. Ezê navê Xwedayê xwe, navê bajarê Xwedayê xwe, navê Orşelîma* nû ya ku ji Xwedayê min, ji ezmên tê xwarê û navê xwe yê nû li ser wî binivîsim.

     Yê ku neheqiyê dike, bila bêtir neheqiyê bike, yê pîs bila pîstir be, yê rastdar bila bêtir rastiyê bike û yê pîroz bila pîroztir be.»
    «Va ye, ez zû têm û xelata min di destê min de ye, da ku ez li gor kirinên her yekî bidim wî. Alfa û Omêga, Yê Pêşî û Yê Paşî, Destpêk û Dawî ez im.»

    «Xwezî bi wan ên ku xiftanê xwe şuştine, da ku heqê wan hebe, ku bên dara jiyanê û di dergehên bajêr re bikevin hundir! Yên wek kûçikan, yên sêrbaz, yên zînakar û yên mêrkuj, yên pûtperest û her kesê ku ji derewan hez dike û derewan dike, ew li derve ne.

    Pirs: Xiristîyanek çî ye?

    Bersîv:
    Salixdanek ferhengê ya Xiristîyanek bi tiştek hanê mîna ye: “Kesê ku bawerîya bi Îsa Mesîh dipejirîne an jî olê ku li ser bingeha doktrînên Îsa hatî ava kirin, dipejirîne.” Her çendî viya xala destpêkek baş be jî, mîna gelek salixdanên ferhengê, ji bo şîwetkirina rastiya încîlî ya Xiristîyanbûnê çî ye, hebkî kêm tê. Peyvika “Xiristîyan”, di Peymana Nû de, sê caran tête bikaranîn (Acts 11:26; 26:28; 1 Petrus 4:16). Li pêçûyên Îsa Mesîh, pêşîn, navê “Xiristîyanên” li Antakyayê hat hildan (Acts 11:26), lewra ku tevger û bizavî û axaftina wan mîna Îsa (Xirîst) bû. Peyvika “Xiristîyan” tîp bi tîp tê vê wateyê, “yê ku ji barixa Îsa (Xirîst) ye” an jî “pêçûnê Îsa ye.”

    Mixabin, çiqas her çî ku dem buhurî, peyvika “Xiristîyan” wateya xwe gelek winda kir û bi gelemperî, ji bo kesê ku oldar e an jî xwediyê nirxên rewiştî yên blind e hate bikaranîn; lêbelê ew kes dibe ku pêçûnek rast ê Îsa Mesîh be û dibe ku ne be jî. Gelek mirov, ku bi Îsa Mesîh bawer û ewle nabin, xwe wekî Xiristîyanan dihesibînin, bitenê ji ber ku ew diçin dêrê an jî di nav neteweyek “Xiristîyan” de dijîn. Lê çûyîn dêrê, xizmetkirin ji wan ên ku ji we kêmtir bisihûd in an jî bûyîn kesek qenc we nake Xiristîyanek. Ne zêde ne kêm, çûyîn garajê çiqas we dike tamafîlek, çûyîn dêrê jî ew qas we dike Xiristîyanek. Bûyîn endamek dêrek, bi rêkûpêk beşdar nav karûbaran bûyîn û têkarbûn kar û xebata dêrê we nake Xiristîyanek.

    Încîl fêr dike ku kar û xebatên qenc ên ku em dikin me bi Xwedê nadi qebûl kirin. Titus 3:5 dibêje, “Wî me xelas kir, ne ji ber tiştên rast me kiribû, lê ji ber dilovanîya Wî. Wî bi nagîniya şuştina jinûvejîn û nûkirina Giyanê Pîroz ve me xelas kir.” Ji ber vê yekê, Xiristîyanek ew kes e ku ji hêla Xwedê ve dîsa hatî dinê (Yuhanna 3:3; Yuhanna 3:7; 1 Petrus 1:23) û bi Îsa Mesîh dibe bawer û ewle. Efesî 2:8 ji me re dibêje ku ev “…bi bexş û nîmetê ye ku tu xelas dibî, bi bawerîyê—û ev ne ji te bi xwe ye, ew xelata Xwedê ye.”

    Xiristîyanek rastîn ew kes e ku bi şexs û xebata Îsa Mesîh bûye bawer û ewle, tevî ku bi mirina Wî ya li çarmîxê wekî cirmdayîna gunehan û jinûvejîna Wîya roja sisyan jî bawer û ewle dike. Yuhanna 1:12 ji me re dibêje, “Lê Wî, mafê bûyîna zarokên Xwedê da hemûyan, yên ku Wî qebûl kir, da yên ku bi navê Wî bawer kir.” Nîşana Xiristîyanek rastîn, evîna kesên din e û fermanberîkirina Kelamê Xwedê ye (1 Yuhanna 2:4, 10). Xiristîyanek rastîn, bi eslê xwe, zarokek Xwedê ye, parçeyek malbata rastîna Xwedê ye û ew kes e ku jîyanek nû dide Îsa Mesîh.

     

    Min hîn nû bawerî bi Îsa anî…nuha çi qewimî?

    Pîroz be! We biryarek jîn-guhartox da! Dibe ku hûn bipirsin, “Nûha çi qewimî? Çawa ez dikarim digel Xwedê dest bi rêwîtîyek bikim?” Pênc gavên ku lê jêr hatine qal kirin, ê riya Încîlê şanî we bide.

    1. Emîn bibin ku we ji xelasîyê fam kir.

    1 Yuhanna 5:13 ji me re dibêje, “Ez van tiştan dinivîsim ji we re, ji yên ku bawerî bi navê Kûrê Xwedê tîne re, da ku hûn bizanibin jîyanek we ya sermedî heye.” Xwedê dixwaze em xelasiyê fam bikin. Xwedê dixwaze em bê guman yeqîn bikin û bizanibin ku em têne xelas kirin. Bi kurtî, ka em li xalên xelasiyê çav bigerînin:

    (a) Me giştan guneh kirî. Me giştan tiştên ku Xwedê dixeyidîne kirî (Romî 3:23).

    (b) Ji rûyê gunehê me de, em musteheq in ku bi veqetîna sermedî ya ji Xwedê ve, werin ceza kirin (Romî 6:23).

    (c) Îsa, di çarmîxê de, ji bo cirmdayîna gunehên me mir (Romî 5:8; 2 Korîntî 5:21). Îsa ji dêla me ve mir û ceza ku em musteheq in kişand. Jinûvejîna Wî isbat kir ku mirina Îsa, ji cirmdayîna gunehên me re qîm kir.

    (d) Xwedê bexşandin û xelasî dibexşîne wan kesên ku ji Îsa bawer dikin – wan kesên ku bi mirina Wî wekî cirmdayîna gunehên me dibe ewle (Yuhanna 3:16; Romî 5:1; Romî 8:1).

    Ew hinareya xelasîyê ye! Heke hûn bi Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe bawer bikin, hûn xelas dibin! Hemû gunehên we tên bexşîn û Xwedê soz dide, Ew ê çu caran we ber nede an jî neterikîne (Romî 8:38-39; Matta 28:20). Ji bîr mekin, xelasîya we di dest Îsa de ewle ye (Yuhanna 10:28-29). Heke hûn ji Îsa tenê wek Xelaskarê xwe bawer bikin, hûn dikarin yeqîn bikin ku hûn ê sermedîtîyê li bihuştê bi Xwedê re derbaz bikin!

    2. Dêrek baş ku we hîn Încîlê bike bibînin.

    Dêrê wek avahîyek nefikirin. Dêr gel e. Hevaltîya bawermendên Îsa Mesîh pirr girîng e. Armancên bingehîn ên dêrê yek jê ev e. Madem ku we bawerîya xwe spartî Îsa Mesîh, em dikarin zehf dil bidin we, ku hûn di dorhêla xwe de dêrek Încîl-nas bibînin û bi keşekî re bipeyivin. Bila ew ji bawerîya we ya nû ya Îsa Mesîh haydar be.

    Încîl fêrkirin armanca duyemîn a dêrê ye. Hûn dikarin hîn bibin mirov çawa fermanên Xwedê tetbîqê jîyana xwe dike. Ji Încîlê famkirin mifta jîyîna jînek serfiraz û xurt e. 2 Timothy 3:16-17 dibêje, “Xwedê pif hemû Pirtûka Pîroz kirî û ew ji bo hînkirin û azarlêdan û lihevrastkirin û perwerdeya çê bikêr e, da ku bendê Xwedê ji bo her kar û xebata qenc bi tevahî tevgirêdayî bin.”

    Armanca sêyemîn a dêrê îbadet e. Îbadet ji Xwedê şêkirîn e ji bo her tiştên ku Wî kirî! Xwedê me xelas kirî. Xwedê ji me hez dike. Xwedê debara me peyda dike. Xwedê rêberîyê ji me re dike û rê bi me dimêre. Çawa em ê ji Wî re spas nekin? Xwedê pîroz e, dadmend e, mîrîban e, dilovan û xwedan-nîmet e. Peyxam 4:11 diyar dike, “Reb û Xwedanê me, Tu şayan î ku bibî xwediyê pesn û rûmet û hêzetê, ji ber ku te hemû tişt afirand û bi viyana te ew hatin afirandin û bûn xwediyê hebûna xwe.”

    3. Her roj ji lêhûrbûna Xwedê re dem helînin.

    Ew ji bo me pirr girîng e ku her roj em weqtê xwe bi lihûrbûna Xwedê re buhurînin. Hinek mirov ji viya re “silûk” dibêjin. Yên din jê re dibêjin “helanîn”, ji ber ku ew demek e ku em xwe ji Xwedê re heltînîn. Hin kes çêtir dibînin ku serê siba dem helînin; hal ev e ku yên din êvaran çêtir dibînin. Ne girîng e ku hûn ji navê vê demê re dibêjin çi an jî hûn wê kîngê didin alî. Girîng ev e ku hûn, bi rêkûpêk, bi Xwedê re weqt derbaz bikin. Kîjan bûyer dema me bi Xwedê re saz dike?

    (a) Dua. Dua bi tenê bi Xwedê re axaftin e. Di derheqê xem û pirsgirêkên xwe de bi Xwedê re biaxifin. Tika ji Xwedê bikin ku hîş û rêberîye bide we. Daxwaz ji Xwedê bikin ku pêdivîyên we peyda bike. Ji Xwedê re bibêjin hûn çi qas ji Wî hez dikin û çi qas hûn hemû tiştên ku ji we re diki, dipesinîn. Tiştên ku di derheq duayê de gişt ev e.

    (b) Încil Xwendin. Digel fêrbûna Încîlê li dêrê, Debistana Şemîyê, û/an lêkolînên Încîlê – divê hûn ji xwe re Încîlê bixwînin. Încîl her tiştê ku divê hûn bizanibin vedigire, da ku hûn jîyanek Xiristîyanî ya serfiraz biceribînin. Ew rêberiya Xwedê vedigire, da ku mirov awayê girtina biryarên baqil fêr bibe, viyana Xwedê bizanibe, çavdêrî kesên din bike û bi arîşenî biseridin. Încîl ji me re Kelama Xwedê ye. Încîl bi bingehî rebernameya fermana Xwedê ye ku rêber dike em ê çawa jîyanên xwe bi awayek bidomînin ku Xwedê şa bike û ji me re jî têrker were.

    4. Têkilîyan bi mirovên ku dikarin ji we re bi arîşen bibin arîkar pêş ve bixin.

    1 Korîntî 15:33 ji me re dibêje, “Ne xapin: ‘Hevaltîya neçê aferîneke çê xirabe dike.’” Încîl di derheq havila ku mirovên “neçê” li me dike de, bi heşyarkirinan tijî ye. Dem buhartin digel wanên ku bi bizavîyên gunehkar re mijûl dibin, dê bibe sedema jirêderxistina me ji hêla wan bizavîyan ve. Aferîneka wan, ku li dora me ye, dê “bandor” li me bike. Lewma ew qas girîng e ku mirov xwe bi kesên ku ji Reb hez dikin û bi Wî re girêdayî ne, dorpêç bike.

    Bikin ku hûn hevalek an jî du heban, dibe ku ji dêra xwe bibînin, hevalên ku dikarin ji we re bibin arîkar û dil bidin we (Îbranî 3:13; 10:24). Ji hevalên xwe tika bikin bila we ji bo silûk û bizavî û meşîna we ya digel Xwedê berpirsîyar bigirin. Ku hûn dikarin heman tiştî ji bo wan jî bikin, daxwaz bikin. Wateya viya ne ev e ku divê hûn dev ji hevalên xwe giştan berdin, yên ku Îsayê Reb wek Xelaskarên xwe dizanin. Berdewam bikin bibin hevalê wan û ji wan hez bikin. Bila bi tenê bizanibin ku Îsa jîyana we guhart û hûn êdî nikarin hemû tiştên ku we berê dikir, bikin. Ji Xwedê tika bikin bila keysan bide we, ku hûn Îsa bi hevalên xwe re parve bikin.

    5. Îmad bin.

    Pirr mirov di derheqê îmadê de xwedîyê çewt-famek e. Wateya peyvika “îmadbûn”ê bi bin avê ve kirin e. Îmad awayek Încîlî ye ku mirov pê bawerîya xwe ya nû ya Îsa û sozê şopandina Wî bi eşkera bang dike. Kiryara bi bin avê ve bûyîn, definbûna bi Îsa re pêşdarî dike. Kiryara ji avê derketinê jî jinûvejîna Îsa teswîr dike. Îmadbûn we bi xwe bi mirin û defn û jinûvejîna Îsa re hevyek dike (Romî 6:3-4).

    Îmad tiştê ku we xelas dike nîne. Îmad gunehên we naşo û paqij naki. Îmad hew gihanek fermanberîkirinê ye, ji bo xelasîyê danezanek elenî ya bawerîya we ya bi Îsa tenê ye. Îmad girîng e, lewma ku ew gihanek fermanberîkirinê ye – û bi eşkere diyarkirina bawerî û sozê we yê ji Îsa re ye. Heke hûn ji îmadbûnê re amade ne, pêwîst e ku hûn bi keşekî re biştexilin.

    Yê ku şahidiyê ji van tiştan re dike, dibêje: «Erê, ez zû têm». Amîn. Were, ya Xudan Îsa.


    Ji ber yê ku we li vir xwend, we di derheqê Îsa de biryarek da? 

     Bav* ji Kur hez dike û her tişt daye destê wî.  Yê ku baweriyê bi Kur tîne, jiyana wî ya herheyî heye. Yê ku bi ya Kur nake, jiyanê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne.

    Erê, ka çawa Bav dikare miriyan rake û jiyanê bide wan, herweha Kur jî dikare, wan ên ku ew dixwaze, bide jiyan.  Bav dîwana* tu kesî nake, lê hemû desthilatiya dîwankirinê daye Kur,  da ku çawa hemû ji Bav re hurmetê dikin, wusa ji Kur re jî hurmetê bikin. Yê ku ji Kur re hurmetê neke, ji Bavê ku ew şandiye re jî hurmetê nake.

        أشهد أن لا إله إلاَّ الله و أن محمد هو النبي الكذاب و
        لهذا السبب محمد الآن في الجحيم

     

     

    بهيرة عمر
    *******


     

    www.muslimstudy.wix.com/arabic

    www.muslimstudy.wix.com/english

    *******

     

     

     

    Summary:

    Arabic 1: https://justpaste.it/rgkt

    Arabic 2: https://justpaste.it/11ybv

    English: http://justpaste.it/jb82

    Arabic- Revealing Islam: http://justpaste.it/q3y5

    Urdu: https://justpaste.it/pq41

    Farsi: http://justpaste.it/q3y9

    Pashtu: http://justpaste.it/q3ya

    Turkish: http://justpaste.it/q3y0

    Kurdish 1: https://justpaste.it/13rdd

    Kurdish 2: https://justpaste.it/13rj0

    Hebrew: http://justpaste.it/q4vm

    Hindi: http://justpaste.it/q64l

    Swahili: http://justpaste.it/q4cv

    Chinese 1: https://justpaste.it/11czt

    Chinese 2: https://justpaste.it/zri0

     

    ***

    www.pashto-bible.weebly.com -in Pashto

    www.sazie-johnson.weebly.com