JustPaste.it

c156b3b8f48f42e11463bcf3e8c6074f.jpg

Serpêhatiya wate û çandê bi jinê re

Nurhaq GULBAHAR nivîsand —

 

  • Di nav civakan de di avakirina vê diyardeya qedîm de, jinê bi rola sereke rabûye. Ji ber ku di hêla zanistê ve bi her awayî ev heqîqet hatiye îspatkirin û em vê yekê hema bêje rojane dibînin.

5429fd447a9ab6b55cfe7e5934707e98.png

 

Avakirina civaka bi wate pêkanîneke herî bi wate ye ku bi destê mirov çêbû ye. Mirovahî xwe li mirov girtiye û bi vî hawî lawaziya xwe ya bedenî ji holê rakiriye. Ji bo vê helbet bi qasî nasîna derdor, nasîna xwe û vê weke hêz avakirin dibe ku di hêla avakariyê de di wateya şoreşê de be. Hêza xwezanîn û pêşxistinê li gel mirov ferqa herî mezine û di encama vê yekê de mirovahî xwe gihandiye asta wateyê. Dikare bê gotin ku kerameta civakî û takekes xwedî li xwe derketine, baweriya bi hebûna xwe ye. Di kesayeta xwe de avakirin û parastina kerametê ye, di hebûna civakê de jî xwedîderketin û bilindkirina kerameta takekese. Ev yek diyalektîka civakên exlaqî û politik in. Di heman demê de hêza xwe zanîn û pêşxistinê ye. Ev rastî weke inşa an go avakariya civakî jî dikare bê pênasekirin.

 

Mirovahî heta roja me ya îro di tevahî dîroka xwe de gelek serxistinan pêk aniye. Lê heman mirovahiya ku her yek ji me weke endamek tê de cihê xwe digre di encam de em pir bi zelalî dibînin ku mirovahî beriya her tiştî wate û hunera jiyanê bi ser xistiye. Mirov ji ezmûnên xwe, di encama çavdêriyên xwe, bi ferqa xwe ya watedayînê û lihevanîna birêvebirina jiyana civakî, karîbûye xwe biparêze, berdewam bike û binyada xwe ava bike. Vê yekê bi hêza watedayînê pêk aniye. Ji ber ku hêza watedayînê tenê li gel mirov heye û ev yek dike ku mirov li xwe bihizire û ji jiyana biyolojîk derbas bike.

 

Lê di heman demê de mirovahî ji destpêkêve vê hêza xwe ya watedayînê weke çand bi pêkhate kiriye û weke huner jî rih daye vê pêkhateya çandî. Ji ber vê ye ku di tevahî qonaxên mirovahiyê de, di tevahî serpêhatiyên dîroka xwe de mirovahî bi çand û huner hebûna xwe bi wate kiriye, ferqa herî mezin ava kiriye.

 

Ji destpêkê ve di nav tevahî hewildanên fêhmkirin, şîrove û nîqaşkirina naveroka têgeha çandê, çar têgîn an jî qadên bingehîn derdikevin pêş: Hilberîn, şaristanî, perwerde û huner… Ger berfirehî û berfirehiya naveroka her yek ji van têgehan li ber çavan bê girtin, dê bi hêsanî were dîtin ku têgeha berdevkiya çandî çiqas berfireh, watedar û dewlemend e. Ji ber vê yekê wê baştir were fêhmkirin ku çima ji bo mirovahiyê ev qas girîng e, çima di jiyana civakî de cîhek girîng digire û bi taybetî di qonaxên girîng ên dîroka mirovahiyê de derdikeve pêş.

 

Di nav civakan de di avakirina vê diyardeya qedîm de, jinê bi rola sereke rabûye. Ji ber ku di hêla zanistê ve bi her awayî ev heqîqet hatiye îspatkirin û em vê yekê hema bêje rojane dibînin. Di heman demê de zanîna vê heqîqetê dikare bê gotin ku pêwistî bi îspatkirinê zanistê jî nabîne. Ji ber ku ruxmî tevahî hewildanên aqlê serdest ên şer û tunekirina mirovahiyê, di roja me ya îro de jî em jiyan û civakbûyîna li derdora jinê weke aqil û hestên me yên bi kok û sereke bi hemû şaneyên xwe ve hest pê dikin. Ji ber vê ye ku di roja me ya îro de careke din weke xwe gihandina ew koka qedîm a jiyana li derdora jinê kom bûyî, bi druşmeya Jin Jiyan Azadî çandeke din û hunera jiyaneke azad tê afirandin. Çawa ku di destpêka jiyana civakî de çandina erdê bi xwe re çanda jiyanê afirandiye û vê yekê hunermandane rêsaye, îro jî ev çand vê carê bi vê drûşmeyê xwe digihîne kokên xwe. Çawa ku ji destpêkê ve pirsa jiyaneke çawa, pîvanên civakbûyînê çi ne, ferqa me çi ye, bi hemû ziraviyên xwe ve bi xwe re lêgerînekê dabe destpêkirin, îro jî lêgerîna bersiva van pirsan ji hêla jinan, gelan û azadîxwazan ve tê kirin.

 

Ev civakbûyîn xwedî ziman û navekê ye ku weke ruhê vê çandê li derdora hebûna jinê pêk tê ku jin çawa pêşengtî ji wê çanda destpêkê re kir, îro ji vê ya dawî re jî dike. Di avakirina çanda civakbûnê de, zimanê vê civakbûyînê zimanekî helbestî ye û bi newaya di hundirê xweza û mirov de veşartî yekemîn tovên ruhê hunerî yên çandê tê avêtin.

 

Ev ziman her diçe kur dibe, rê û rêbazên curbecur û rengareng xwe dikemilîne û dibe diyariyek ji civakê re.