JustPaste.it

Şêniyên Qamişlo: Em ê têkoşîna bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bilind bikin

Kongra Star û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan rêzesemîner li navçeyên Qamişloyê ji bo 25′ê Mijdarê, şîrovekirin sedem û şêweyên w û xwe gihandina çareseriyan li dar xist.

cdbc2f804c1b7b8be84303486b18267c.jpg

 JIN  16 Sermawez 2022, Çarşem - 19:18 2022-11-16T19:18:00 QAMIŞLO

 

Platroma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13′yê Mijdarê bernameya xwe ya têkildarî 25′ê Mijdarê ya bi diruşma "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, Jin, Jiyan, Azadî eşkere kir.

 

Têkildarî mijarê, Kongra Star a Qamişloyê li hola avahiya PYD′ê ya li taxa Asurî ya li rojhilatê Qamişloyê semînerek da.

 

Di semînerê de, endamên beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê (Trafîk, Têkoşîna li dijî Hişbirê, Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî, Hêzên Hawarî, Têkoşîna li dijî Sûcan, Rêveberiya Hêzên Parastina Sazî û Partiyan) beşdar bûn.

 

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axaftina destpêkê kir û bal kişand ser tundiya li dijî jinan û şêweyên wê, rola Hêzên Ewlekariya Hudirn li dijî tundiya li ser jinan di civakê de.

 

Îlham da zanîn ku tundiya li dijî jinan ji hundirê malbatê bi rêya cudahiya di navbera her du zayendan de dest pê kir û wiha got: "Em bi rêya xwedîkirina zarokan dibînin ku yên xort li ser zihniyeta desthilatiyê tên perwerdekirin, lê yên keç divê girêdayî mêr bin û koleyê wan bin. Ji ber wê mêr xwe di çawaniya dan û standina bi jinê re azad dibîne û dihîne tundiya fîzîkî û fikrî."

 

Îlham wiha domand: "Tundiya li dijî jinan hîna heta îro heye, ew yek jî bi saya mayîna kevneşopiyan ku ew bi xwe encamên zihniyeta baviksalarî ye; ji zewicandina zarokan heta bi tecawîzkirina wan, qetilkirina wan bi hinceta şerefê."

 

Îlham Ehmed îşaret bi zihniyeta baviksalarî kir ku krîzên li Sûriyê derfet girtin, bi wê re tundiya li dijî jinan, di gel dorpêça siyasî û aborî, dewama gef û êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

 

Li ser rola ferd di xelasiya zihniyeta baviksalarî de Îlham wiha pê de çû: "Piştî Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê

 

Sûriyê dendikê yekemîn a avakirina civaeke demokratîk û azad hate danîn, jinan rola xwe ya pêşeng tê de lîst. Ji ber wê divê her ferdek li dijî tundiyê tê bikoşe û li fikr û reftarên xwe vegere."

 

Îlham destnîşan kir ku divê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li dijî tundiyê tê bikoşin, li fikir û reftarên xwe vegerin ku ferdek ji tundiya vala were avakirin, bi wê re civakeke tê de wekheviya di navbera mêr û jinan de were avakirin.

 

Îlham Ehemd di dawiyê de bang li beşdaran kir ku bi hev re bi diruşma"Jin, Jiyan, Azadî tê bikoşin, da ku tundiya li dijî jinan bi dawî bikin.

 

Têkildarî mijarê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jInan bi diruşma "Hêza jinê di wê de ye" rûniştineke diyalogê jib o danasîn û şîrovekirina têgîna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, danasîna şêweyên tundiyê li ser jinan û gihandina li çareseriyan li dar xist.

 

Di rûniştinê de, bi dehan jinên Qamişloyê, endamên sazî û tevgerên jinên bajêr beşdar bûn. Rûniştin li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin.

 

Rûniştin bi xêrhatina beşdaran ji hêla endama rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Reşa Derwîş ve hate destpêkirin. Reşa tundî pênase kir û wiha got: " Tundî, bikaranîna zorê yan gefa hêzê yan jî desthilatê li dijî xwe, kesek din, an dijminê kes an civakê bi tevahî ye û ev dibe ku bibe sedema zirar, mirin, birîneke derûnî, yan jî tevliheviya mezinbûnê ye."

 

Rûniştin bi nîqaşên li ser sedemên tundiyê dewam kir, her wiha beşdaran da zanîn ku sedemên tundiyê gelek in; ji wan jî sedemên aborî yên ji ber xizantî û bêkariyê, sedemên civakî mîna parçebûna malbatî yan jî nakokiyên hevseran, bikaranîna hişbirê ku di encamê de zarok winda dibin. Ji wê zêdetir jî hin dezgehên çapemenî û bernameyên tundiyê, tundiyê teşwîq dikin. Tu qanûn li ser qedexeya zewanca temenbiçûk tune ne.

 

Her wiha beşdaran bal kişand ser şêweyên tundiyê; tundiya fîzîkî, derûnî, malbatî, fikrî, gotin û tevgerî û hemû li dijî vîna jinan û hebûna wan in.

 

Rûniştina diyalogê bi pêşkêşkirina çareyên ji bo sînordarkirina tundiya li dijî jinan bi dawî bû. Mîna aktîfkirina qanûnan û zanakirina şêniyan, balkişandina ser girîngiya perwerdekirina zarokan di hewayeke aştî de ji aliyên fikrî, çandî û aborî, têkoşîna li dijî hişbirê, hesabkirina bazirganên hişbirê û çavdêriya li ser dezgehên çapemeniyê

 

DÊRIK

 

Li Til Koçerê jî, Kongreya Star semînerek ji bo danasîna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê da. Tê de bi dehan endamên rêxistinên jinan û endamên saziyên sivîl li hola HPC′ê amade bûn.

 

Dûre endama Kongra Star a Dêrikê Necme Silêman semîner bi rê ve bir û bal kişand ser sedemên belavbûna tundiya li ser civakan, rexnekirina mijara paşguhkirina rola jinan li ser destê hêzên kapîtalîst.

 

Necme wiha domand: "Bingehîn perwerdeya tundî ku ferd li ser wê hatiye gihandin, ew tundiyê çêdike û dihêle bi xwe bibe qurbanî. Bi wê re kesayeteke lawaz û nebawer li gel wî çêdike. Her wiha dihêle ev lawazî di pêşerojê de tundiyê ava bike."

 

Necme behsa têkoşîna û fedekariya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina Şoreşa Rojava û çawaniya vegerandina cihê xwe yê rasteqîn di civakê de kir û wiha got: "Jinê di berxwedana xwe de xwe spart fikir û felsefeya rêber Ocalan. Bi wê yekê re cih û beşdariya xwe di hemû aliyên siyasî, aborî, dîplomasî û leşkerî de vegerand."

 

Semîner bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

 

TIRBESPIYÊ

 

Kongra Star a Tirbespiyê civînek ji şêniyên navçeyê re li dar xist û tê de têgîna tundî û rêbazên têkoşîna li dijî wê şîrove kir.

 

Civîn li hola PYD′ê dest pê kir, dûre endama rêveber a Kongra Star a Tirbespiyê Aryan Cûdî behsa dîroka tundiya li dijî jinan û şêweyên wê kir.

 

Aryan pensa rol û bandora felsefeya rêber Abdullah Ocalan li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Şoreşa Rojava de da û wiha got: "Tevgera rizgariya Kurdistanê li gorî diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ xwe spart metoda azadiyê, bandor li civakê û jinan bi giştî kir."

 

Dûre nirxandinên rêber Ocalan û rola van nirxandinan li ser pêşetina civakê û çawaniya rizgarkirina jinan bi rêya xwerêxistinkirin û têkoşînê xwendin.

 

ÇILAXA

 

Kongra Star a Çilaxa, civînek têkildarî mijarê li dar xist, tê de şênî û endamên saziyên sivîl amade bûn.

 

Di civînê de endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên nirxandina rêber Ocalan li ser rola tevgera rizgariya Kuridstanê di rizgarkirina jinan de xwendin.

 

Endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Bêrîvan Şaristan jî behsa sedemên tundiyê û belavbûna wan kir û pesna rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û teqezî bi hevkariya mêr û jinan bi hev re li dijî zihniyeta baviksalarî kir.

 

(fr)

 

ANHA

 

Video thumb

 

Video thumb

 

Video thumb

 

Video thumb

 

Video thumb