Hewar
Gelo! Rabe ey şêrekurd ê biêş
Bilez rabe şîrî ji kalan bikêş
Here serhedan zû tuxûban bigir
Serê dijminan tu bikî ber bibir
Tu hilsengrîne (hilbigrîne) wê gurza giran
Metalê bilind ke li ber asîma
Bigre hem bi destê xwe sura eniye
Li dijmin bide guh bide naliye
Ji ber nara ya te bilerizêt cîhan
Ku her kes bizane xencera cindiyan
Ji bo dîn millîtî tête der
Ji bo heq nebê Kurd nakit sefer
Li hespê siwar be bihetkîne rimê
Tu rimbaz îro bihêle Memê
Tu tîra xwe danî li mala kewan
Bikêşe û berde li cergê ...
Li derdê misilman bibe çaresaz
Heqe tîr û riman ji ... bixwaz