Bêhevî Nebin
Bêhêvî nebin esla
Ji merhameta Mewla
Qur'anê azîmuşşan
"La teqnetu"[1] got lewra
Sa'y û 'emelêt[2] ciddî
Mizgînî ye bo e'mal[3]
Xasma niyeteu saf e
Efradê hemî fe'al[4]
Her kes di wezîfa xwe
Lazim xebitin şev-roj
Yek saniye bêfêde
Zayi' diketin sed roj
Zehf bûne reqîbêt me
Wê dixebitin daîm
Îman kiriye hemiyan
Tewfîq[5] bi me qaîm
Riya me nuha girtî
Riya heq e, bê perwa
Tesdîq diket her kes
Hem razî ye pê Mewla
Fekrin xeberê pîran
Paşê sa'y û tedbîran
"Xwedê bî me ra yar bî
Şûrê me bila dar bî"
Evdirehîm Rehmî Hekarî
[1] zumer 53: ji rehmeta Xwedê bêhevî nebin
[2] xebat
[3] piraniya "emel"
[4] jêhatî/xebatkar
[5] lêkanîna şolek li gora daxwaza mirov