Komîteya şopandinê ya Konferansa Azadiya Rêber Ocalan çi armanc dike?
Armanca komîteya şopandinê ya Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ew e ku encamname û pêşniyarên konferansê bişopîne, xebata dîplomatîk, qanûnî û têkoşîna fikrî xurt bike da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan di 2023`yan de pêk bê.
ROJANE 04 Çile 2023, Çarşem - 02:36 2023-01-04T02:36:00 QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ
Di 27′ê Kanûna 2022′yan de Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li dar ket û bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan; avakirina hevbendiyeke demokratîk ji azadîxwazên demokrat û hiqûqnasan ji bo parastina rêber Ocalan, avakirina komîteya şopandinê ku erka wê xebata ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan be.
Konferans, di demekê de hat lidarxistin ku rêveberên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê rewşa li Îmraliyê wek xeternak û awarte wesif kiribû.
′MAFÊ HER KESÎ YÊ TÊKOŞÎNA JI BO RÊBERTÎ HEYE′
Li ser girîngiya lidarxistina konferansê di vê demê de, endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Silêman Ehmed wiha got: "Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan li Îmraliyê li cem hemû kesên demokrat û welatparêz li ser rewşa tenduristî ya Rêbertî gumanan çêdike. Ji ber ku hemû siaysetên li dijî wî dûrî rêgezên mirovî ne."
Ehmed wiha domand: "Di demekê de li bajarên Kurdistanê û derveyî wê çalakiyên berfireh ên li dijî tecrîda girankirî li dar in, konferans hate lidarxistin. Konferans bi beşdariya nûnerên gel ên di qadên qanûnî, siyasî û medenî de li ser asta herêma Cizîrê hate lidarxistin. Ew yek ji bo guhdarkirina li nêrîn, pêşniyaran û danîna bernameyeke xebatê ji însiyatîfê re hate lidarxistin. Ji ber ku ew yek mafê her kesî yê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e."
ŞOPANDINA ENCAMNAME Û PÊŞNIYARÊN KONFERANSÊ
Ehmed da zanîn ku beşdarên konferansê girêdayî pêkanîna xebata ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan in û bal kişand ser armancên komîteyê ku di dawiya konferansê de hate avakirin û wiha pê de çû: "Komîteya şopandinê ji 5 nûnerên saziyên beşdar hate avakirin. Da ku encamname û pêşniyarên konferansê bişopînin û bi însiyatîfê re bixebitin."
Ehmed wiha domand: "Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û pêşxistina fikrên wî ji bo pêkanîna di tevahî aliyên jiyan û veguherandina doza azadiya Rêbertî bo doza hemû gelan ve erka li ser mile hemû sazî, kesayetên demokrat ên herêmî û cîhanê ye."
′BILINDKIRINA TÊKOŞÎNA DÎPLOMATÎK, FIKRÎ Û QANÛNÎ′
Têkildarî mekanîzmaya xebata komîteya şopandinê Ehmed ev tişt got: "Ji bo temamkirina xebata hemû encamnameyên konferansê salek ji bo komîteyê hate diyarkirin."
Silêman Ehmed di dawiyê de got divê têkoşîna bi hemû kesayetên cîhanî û demokrat re were bilindkirin, têkoşîna dîplomasî, fikrî û qanûnî were zêdekirin da ku zext li hêzên navneteweyî were kirin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan di 2023′yan de pêk were.
(fr)
ANHA