JustPaste.it

Romana nû ya Bextiyar Elî li ser Bakur e

Nûçeyên Çand/Huner

pêncşem 22 Çiriyê 2020 - 23:46

3a8e0613f97809da99be77f8fc1fed7c.jpg

Romana dawî ya Bextiyar Elî ya bi navê "Dagîrkirdinî Tarîkî" li ber çapê ye û di demeke nêzîk de tê berdestê xwendevanan.
Di romanê de nivîskar berê xwe dide salên piştî şerê cihanê yê duyem li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Roman li ser jiyana malbata Tarik Akansoy e. Ew profesorê Zanîngehê ye li Enqereyê, dildar û şeydayekî felsefeya Herbert Spencer û Darwînîzma Civakî ye. Akansu kemalîstêkî tundraw e û dixwaze Tirkiyeyê ji bo qonaxa dawî şerî hazir bike. Ew bi fermana serokwezîrê hingê Îsmet Înonu diçe Amedê. Kurekî wî yê 13 salî û kurê din ê 16 salî li vir dikevine nava keft û leftê û bûyer li dora wan digerin. Di romanê de karakterên din ên weke Îsmet Oktay ê Tirk, Îmran Kartal ê nêçîrvan 20 sal in li Kurdistanê nêçîr û ravê dike. Cewher Sîzar Kurdek e, tembûran çêdike. Roman bi van karekterên dîrokî û hinên xeyalî li ser 722 rûpelan behsa wê dinya tirsnak a ku neteweperestên damezrandî dike. Nawendî Roşinbîrîyi Rehende kitêbê çap û belav dike.
Rojnamevan Îbrahîm Bulak 21ʼê Cotmeha 2019ʼan gava bi Bextiyar Elî re ji bo rojnameya me peyivî, Bextiyar Elî ji bo nivîsandina vê romanê gotibû, "Ez niha li ser kitêbekê dixebitim li ser Tirkiyê ye, li ser tarîxa qedexekirina ziman bi destê Tirkiyê. Ew eybek e mezin e ku sedsal e Tirkan em ji zimanê me dûr xistine û wan zimanê me qedexe kiriye. Û me li ser vê jî zêde nenivîsiye. Ez naxwazim zêde behsa romanê bikim dibe ku Nîsan an jî Gulanê li Kurdistanê çap bibe. Ez ê bikim ku ev romana min zû bi Kurmancî bê tercûmekirin jî."

 

NAVENDA NÛÇEYAN