Yekitiya Jinên Ermen: Xerabî li ku hebe bi desteka dewleta Tirk e
Yekitiya Jinên Ermen sûcê qetilkirina dîlgirtiya ermenî Anush Apetian bi destê artêşa Azerbeycanê şermezar kir û got her kesê hewl bide xerabiyê bike dewleta Tirk a dagirker destekê didiyê û xerabî li ku hebe bi desteka dewleat Tirk e.
ROJANE 23 Rezber 2022, İn - 08:32 2022-09-23T08:32:00 HESEKÊ-SÎBELCAN SELMAN
Li dijî jinan li herêma Rojhilata Navîn bi taybet li Efganistan, Tirkiyê, Îranê nemaze jî li Sûriyê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine; Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Cerablus, Ezaz û Idlibê sûcên dermirovî tên kirin.
Li Efganistanê desthilat radestî Tevgera Talîbanê ya dijberî jinan hate kirin. Talîbanê qanûn û biryarên tund li dijî jinan ji mehrûmkirina wê ji mafên xebat û perwerdê, derketina derve ferz kirin.
Îran jî jinan qetil û bi dar ve dike. Ji ber ku li gorî îdiyaên desthilatên Îranê ew pabendî şertên laçikê yên rastîn nabin, ji bilî wê jî siyaseta qedexekirina nêrîn û azadiya jinan pêk tîne. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî qetilkirina ciwana Kurd Jîna Amînî bi destê polîsên exlaqî yên Îranê di 14’ê Îlonê de li dar dikevin, ev yek zihniyeta desthilata Îranê eşkere dike.
Di vê dawiyê de jî Azerbeycanê bi desteka dewleta Tirk ku şerê Ermenistanê dike, leşkera ermenî Anush Apetian ku bi destê artêşa Azerbeycanê hate dîlgirtin qetil kir, beriya qetilkirinê jî ew hate tecawîzkirin û bi cenazeyê wê hate lîstin. Ev sûc heman sûca ku li dijî cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê Pêşerojê Hevrîn Xelef pêk hatiye. Ew yek di dema êrişa dagirkeriya Tirk li ser kantona Efrînê de di 2019’an de û êrişa li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di 2019’an de pêk hat.
Li ser sûca qetilkirina dîlgirtiya ermen Anush Apetian Hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Helen Erdemian banga cezakirina sûcdaran kir û ew yek şermezar û red kir û wiha got: "Em vê qirêjiya ku leşkerên Azerbeycanê li dijî şervana ermen pêk aniye qebûl nakin. Heta kengî ev sûcên qirêj dê li ser jinan pêk bên."
‛DIVÊ HEMÛ JIN REFA XWE BIKIN YEK’
Der barê rêbazên sekna jinan li hember hemû kiryarên dermirovî, derexlaqî û sînordarkirina wan de Helen Erdemian wiha domand: "Divê hemû jin refa xwe bikin yek, da ku li hember zulm û dijminatiya ku li dijî wan pêk tê bisekinin û azadiya xwe pêk bînin."
Li aliyekî din jî Hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Arby Cyprian jî bal kişand ser zihniyeta baviksalariyê ya bi nûnertiya partiya desthilat li Tirkiyê, AKP’ê bi serokatiya Erdogan û wiha got: "Zihniyeta ku dewleta Tirk pêk tîne, zihniyeta baviksalarî û desthilatê ye û bi wê yekê hewl dide cîhanê kontrol bike. Lê ev yek dûr e. Divê pê xewnan nebîne. Hîna jin ji bo azadî û xweîsbatkirinê şer dikin."
Arby Cyprian wiha pê de çû: "Erdogan û çeteyên wî jinan tecawîz û qetil dikin, da ku vîn û israra wan têk bibin. Ji ber jinan xwe di şoreşa Rojava de îsbat kir û destkeftiyên mezin pêk anîn."
‛LI KU XERABÎ HEBE DEWLETA TIRK HEYE’
Li aliyekî din jî endama Yekitiya Jinên Ermen Battle Crekol wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker destekê dide her kesê hewl dide xerabiyê bike. Li ku xerabî hebe bi desteka dewleta Tirk pêk tê, wê yekê bi hewldana belavkirina xerabiyê li tevahî cîhanê dike. Da ku bikeve xizmetî berjewendî û mêtîngeriya wê."
Li ser tiştê ji jinan tê xwestin li hember van sûcan bisekinin Battle Crekol wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em yek dest bin û refên xwe ji hemû pêkhateyên li cîhanê bikin yek, bi hemû hêza xwe; bi çek, pênûs, zanist û çanda xwe şer bikin û xurt bin da ku tu kes li hember me nesekine û hemû astengiyên li pêş azadiya me derbas bikin."
(fr)
ANHA