Bi wêne û dîmen roja 19`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Di roja 19`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek xendek, lênûsên têkildarî fikê tundraw ê DAIŞ`ê, telefon û amûrên îşkenceyê dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de dest pê kir.
Li gorî nûçegihanên me, hêzên beşdarî pêngavê di xebatên lêgerînê de xendek, lênûsên têkildarî fikrê tundraw ê DAIŞ`ê, amûrên îşkenceyê û telefon dîtin.
Di kampê de, peykerên debanceyan û çekên din hatin dîtin ku zarok li ser dihatin perwerdekirin.
Nûçegihanên me kêlî bi kêlî roja 19`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê bi dîmen û wêne şopandin.
Her wiha xebatên lêgerînê hîna di kampê de berdewam in.
(dm)
ANHA