JustPaste.it

Yekemîn Pêşbirka Şehîd Nûjiyan Ocalan a Wêneyan hate lidarxistin

 

Li Hesekê bi beşdarbûna 12 xwendekaran, Pêşbirka Şehîd Nûjiyan Ocalan a Wêneyan hate lidarxistin.

 

73ae167a34fad5c2155aa1d52b26fe70.jpg
 CIWAN  26 Sibat 2022, Şemi - 19:24 2022-02-26T19:24:00 HESEKE

 

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bi banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de, Tevgera Xwendekarên Kurd Yekemîn Pêşbirka Şehîd Nûjiyan Ocalan a Wêneyan li dar xist. 12 xwedekar bi wêneyên xwe beşdarî pêşbirkê bûn ku li Navenda Yekitiya Xwendekaran Demokratîk a li bajarê Hesekê hate lidarxistin.

263bfa8ecae5735f5dd9fbf2bbd00cf2.jpg

Di pêşbirkê de xwendekara bi navê Îksana Miho di asta yekemîn de, Ehmed Gorgîn di asta duyemîn de û Rewşen Şêxo di asta duyemîn de bi ser ketin û ji aliyê komîteya amadekar a pêşbirkê ve hatin xelatkirin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan)  25’ê Kanûnê tevî 4 hevalên xwe di encama bomebebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê de şehîd bû.

(bx)

ANHA

Video thumb