Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qurbaniyên komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn ku çeteyên DAIŞ`ê di 3’yê Tebaxa 2014`an de pêk anî. Her wiha banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê kirin. Şêniyan destnîşan kir ku bêdengî dihêle ku dewlet Tirk sûcên xwe bidomîne.
ROJANE 03 Tebax 2022, Çarşem - NAVENDA NÛÇEYAN
Ji bo bîranîna komkujiya Şengalê (Fermana 74’an) ya bi destê çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyên li Şengalê pêk hatiye, îro meclis û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên cuda dan. Bi rêya van daxuyaniyan êrişa DAIŞ`ê ya li ser Şengalê, berdewamkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî êzidiyên li Şengalê şermezar kirin.
Bi hezaran şênî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li daxuyaniyan bûn.
KANTONA HESEKÊ
DIRBÊSIYÊ Û ŞEDADÊ
Meclisên navçeyên Dirbêsiyê û Şedadê bi du çalakiyên cuda daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku civata navneteweyî berpirsa komkujiyên DAIŞ`ê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo qirkirina gelan e.
Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir û endamê Nivîsgeha Perwerdeyê ya PYD`ê Fadil El-Hisên daxuyaniya meclisa navçeya Şedadê xwend.
Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku di encama lihevkirinên navneteweyî de bi desteka rasterast a hevalbendên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker û bi hevkariya PDK`ê êrişa li dijî êzidiyan pêk hat.
Her wiha hat gotin: “Komkujiya Şengalê, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di encamê de bi destê çeteyên DAIŞ`ê, bi hezaran zarok, jin û kesên temenmezin hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Perestgeh, mezarên dîrokî yên pîroz hatin wêrankirin.”
Di daxuyaniyan de bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê, rêxistinên hiqûqî û yên têkildar hat kirin ku kêmneteweyan ji komkujiyan û jenosîd û guhertina demografîk biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyan de wiha hat gotin: “NY berpirsê van sûcan e, ji ber ku wan komkujiyan nas nake. Hesab ji sûcdaran naxwaze. Ji ber wê ev yek dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku dagirkeriya xwe ya li ser herêmê firehtir bike û komkujiyên hovtir pêk bîne.”
TIL TEMIR
Meclisa navçeya Til Temirê jî çalakiyek li navçeyê li dar xist. Endamê rêveber ê Komîteya Perwerdeyê ya meclisê, Ehmed Heyder di çalakiyê de daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Gelê êzidî, gelekî berxwedêr e û xwedî dîrokeke kevnar e. Bi ax, çand û urf û adetên xwe ve girêdayî ye. Ji ber wê mîrasa mirovî û berxwedêr, dewleta Tirk û çeteyên tundraw dikin hedef.”
Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku rê lipêşiya van sûc û êrişan bigirin ku hîna li dijî gelên herêmê û êzidiyan berdewam in.
KANTONA QAMIŞLO
QAMIŞLO
Bi dehan şêniyên Qamişloyê, endamên Mala Êzidiyan, nûnerên partiyên siyasî û endamên TEV-DEM`ê li pêşiya Stada 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo kom bûn û ber bi navenda Komserîya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ve meşaiyan. Beşdaran alên PYD`ê, Mala Êzidiyan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên komkujiya Şengalê rakirin.
Endama Mala Êzidiyan Belkîn Rustem daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û bi zimanê erebî endamê Meclisa Yekitiya Êzidiyan a Sûriyê Farûq Tozo xwend.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Em salvegera 8`an a komkujiya komî ya rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li dijî Şengalê pêk aniye ku hîn jî civata êzidî êşa wê dikişîne, bi bîr tînin. Bi sedan zarok, jin û mêr winda ne û hîn jî bi hezaran malbatên êzidî li kampan dijîn û zehmetiya debarê dikişînin."
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civata navneteweyî hate kirin ku piştevaniyê bidin êzidiyan da ku êzidiyên dîlgirtî yên li Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê nexasim li herêmên komên terorîst lê ne, vegerînin. Di heman demê de komkujiya Şengalê wek jenosîd bipejirînin û rê li pêşiya dewleta Tirk bigire ya ku êrişî Şengalê dike û kesayet û pîroziyên wan dike hedef, her wiha ji bo qada hewayî ya Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.
TIRBESPIYÊ Û ÇILAXA
Meclisa Navçeya Tirbespiyê û Çilaxa jî bi du daxuyaniyên cuda Komkujiya Şengalê şermezar kir.
Li Tirbespiyê hevseroka Meclisa Navçeya Tirbespiyê Şamîran Denho li pêşiya Navenda Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê daxuyanî xwend. Li Çilaxa jî li pêşiya Daîreya Avê ya li naverasta navçeyê hevserokê Meclisê Yunis Ebdulfetah daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka rêxistina DAIŞ`ê Mûsil dagir kir ve, xetere li ser iraqiyan tevan û li ser civata êzidî çêbû. Ruxmî vê li ser asta stratejîk ku bersiva DAIŞ were dayîn, tu tedbîr nehatin girtin û Şengal bi tenê hiştin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk karekî rewa ye û gerek ev proje were xurtkirin û hemû hêzên demokratîk jî destekê bidin wê.
GIRKÊ LEGÊ
Bi dehan endamên meclis, komîn û şaredariyên gel li pêşiya Meclisa Navçeya Girkê Legê kom bûn û Meclisa Navşeya Girkê Legê û Saziyên Rêveberiya Xweser li navçeyê daxuyaniyek da. Hevserokê Şaredariya Gel a Girkê Legê Ebdulselam Berces daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komkujiya Şengalê ji hemû hêzên ku parastina mafên mirovan îdia dikin re şermek e. Li ser vê bang li civata navneteweyî hate kirin ku bi rêya piştgiriya rêveberiya Şengalê parastina vê pêkhateyê bikin.
TIL BERAK
Bi heman armancê, hevseroka Meclisa Navçeya Til Berakê Marî Xidir li pêşiya avahiya meclisê daxuyanî xwend. Di daxuyaniya Meclisa Navçeya Til Berak de şehîdên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn û bang li rêxistinên mafên mirovan û neteweyî hate kirin ku vê komkujiyê wek qirkirina komî bi nav bike, her wiha sûcdaran radestî dadgehan bikin da ku werin cezakirin.
TIL HEMÎS
Meclisa Navçeya Til Hemîsê jî bi heman armancê li pêşiya Meclisa Navçeyê daxuyaniyek da. Cîgira hevserokatiya navçeyê Emaş Silêman El-Ebid daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyan bi rêya Komkujiya Şengalê, bi piştgiriya Tirkiyê û PDK`ê û hin aliyên din xwest gelê êzidî qir bike.
Di daxuyaniyê de bang li NY`yê û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyîn Yekbûyî û civata navneteweyî hate kirin ku qirkirina li dijî êzidiyên li Şengalê wekî jenosîd bipejirînin û rêveberiya wan nas bike.
KOBANÊ
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiya Şengalê bi bîr anîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi amdebûna bi dehan endamên saziyan, navend û desteyên Rêveberiya Xweser hat dayîn. Cîgirê hevserokatiya meclisa rêveber Nîhad Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyniyê de hat destnîşankirin ku hêzên dagirkerên Kudistanê bi wê êrişê kêfxweş bûn û dixwestin destekftiyên gelê Kurd ji holê rakin û siyaseta mêtîngeriyê lê ferz bikin û wiha dewam kir: “Ji aliyekî din ve jî dixwestin bi rêya îslama radîkal baweriya êzidiyatiyê ji hole rakin. Ji lew re gerîlayên HPG`ê û şervanên YPG/YPJ`ê koordîora mirovî vekirin, bi hezaran êzidî xilas kirin û ew bi awayekî ewle ji Şengalê derxistin.”
Her wiha hate gotin ku hêzên ku diviyabû Şengalê biparêzin, êzidî di nava pençên DAIŞ`ê de hiştin, bi berpisriyariyên xwe ranebûn û heta niha jî hesab ji wan nehatiye xwestin, di serî de jî dewleta Tirk ku sponseriya terorê dike.
Di daxuyaniyê de banga rêzgirtina li nirx û îradeya êzidiyên Şengalê, parastina nasnameya dîrokî û çanda kevnare ya êzidiyan hat kirin. Her wiha bang hat kirin ku komkujiya Şengalê wekî qirkirina komî bê naskirin da ku rê li komkujiyên din ên li dijî êzidiyan bê girtin.
MINBIC
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarên Wê jî bi daxuyaniyekê Komkujiya Şengalê bi bîr anîn û bang li civaka navneteweyî kirin ku lêpirsîna edaletê ji bo qurbaniyên komkujiyê bidin destpêkirin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo daxuyanî li Goristana Şehîdan a başûrê bajêr xwend, tê de endamên meclisê, şêniyên bajêr, zarokên şehîdan û endamên saziyên sivîl ên demokratîk ên Minbicê amade bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de hemû qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hate gotin: “Aliyên herêmî bi rêya hedefgirtina êzidiyan hewl da koka resen a gelê Kurd biqelînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku hesab ji berpirsên vê komkujiyê û piştevanên wan bixwazin.”
Her wiha hate tekezkirin ku divê aliyên iraqî û navneteweyî rêzê li hember nirx û îradeya êzidiyên li Şengalê bigirin û piştevaniyê bidin rêveberiya wan a xweser da ku xwe biparêzin.
ANHA