JustPaste.it

Wang Yekun û ahenga hunerê wî

Yekşem 11 Îlon 2022 - 22:12

 

14266c8734095b154065769499ccc016.jpg

 

  • Carna hin mirov ewqasî afirîner in, bi afirîneriya xwe dikarin li hember fizîk û erdkêşiyê rabin û bi tiştên ku sêwirandine jî vê yekê nîşanî xelkê bidin. 

Carna hin mirov ewqasî afirîner in, bi afirîneriya xwe dikarin li hember fizîk û erdkêşiyê rabin û bi tiştên ku sêwirandine jî vê yekê nîşanî xelkê bidin. Wang Yekun, ku ji Hong Kongê ye bi afirîneriya xwe li hember rêgezên fizîkî radibe û bi malzemeyên cûr bi cûr tiştan disêwirîne. Sêwirandinên wî jî bi qasî malzemeyên ku bikartîne ecêb û balkêş in. Ew ji bo hunerê xwe wiha dibêje, “Heger meriv karibe di jiyanê de ahengekê biafirîne ev huner e, ji bo vê bi qasî karên ciddî yên komîk jî pêwîst in.”

 

00e47cfcf35945b4930a275e6ca72e5a.jpg

 

Wang Yekun şarezayê aheng û balansê ye, ew bi van malzemeyan balanseke bêhempa diafirîne û dikare

gelek malzemeyan li ser hev dayne bêyî ku ew bikevin. Di nav malzemeyên wî di cam, kevçî, compûter, kursî, çetel, tûp, şûşeyên cam, kevir, pense û gelek malzemeyên bi vî rengî hene. Wang Yekun van sêwirandinên xwe digire vîdeoyê û li ser hesabê xwe yê youtube parve dike. Vîdeoyake wî ji hêla 6 milyon kesî ve hatiye temeşakirin.

 

Wang ji bo van sêwirandinên xwe gelek caran ceribandinan dike û carna ev ceribandinên wî bi ser nakevin.

 

Lê ew wiha dibêje, “Di pêvajoya sêwirandinê de min gelek şûşeyên şerabê û guldank şikandin lê bi aweyekî ez digihîjim encamekê û heta bi ser dikevim diceribînim.”

 

HONG KONG