18 malbatên din ên ji Dêrazorê ji kampa Holê derketin
Beşa 42’yan a koçberên ji Sûriyê li ser daxwaza wan ji kampa Holê hatin derxistin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo koçberên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin û vegerin warê xwe, di 10'ê Cotmeha 2020'an de biryarek derxist. Ev biryar piştî civîneke di navbera Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Desteya Hundirî de ya 5'ê heman mehê hate dayîn.
Di çarçoveyê de bi sedan koçber ji kampê hatin derxistin û bi ewle vegeriyan warê xwe.
Îro jî beşa 42'an a koçberan ji kampê derketin. Ev beş a 19'an a koçberên bajarê Dêrazorê ye. Derxistina koçberan bi hevkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê û hêzên ewlekariyê pêk hat.
Li gorî agahiyên ji kampa Holê, diviyabû 69 malbat ji kampê derketana, lê ji ber nepeydakirina erebeyan, 74 kes tenê ku ji 18 malbatan pêk tê ji kampê derket
Çavkanî destnîşan kir ku piştî aliyên ewlehî û rêveberiya kampê teqez kir ku îsbatên şexsî yên hin kesan tune ne û têkilî bi Meclisa Sivîl a Dêrazorê re danîn ew beş ji kampê derketin, ew jî bi rêya erebeyên Rêveberiya Xweser eyar kirine derketin.
Heya niha 2 hezar û 268 malbat anku 8 hezar û 494 kes ji kampê derketin.
Kampa Holê ji mezintirîn kampa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji xetertirîn kampên li cîhanê ye ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.
(fr)
ANHA