Bi hezaran sersaxî ji malbata şehîd Nûjiyan Ocalan re xwestin
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê sersaxî dan malbata endama Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Nûjiyan Ocalan ku êrişa hewayî ya li ser Kobanê de şehîd bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo endama Yekitiya Jinên Ciwan şehîd (Emîne Mihemed) Nûjiyan Ocalan a ku tevî 4 hevalên xwe d êrişa hewayî ya li ser Kobanê de şehîd bûn, merasîmê konê sersaxiyê li kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê Şehbayê veda.
Kon bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoregerş û Yekitiya Jinên Ciwan hatibû xemilandin.
Di bin konê sersaxiyê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serdemê Mihemed Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Nûjiyan Ocalan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Mihemed Hisên îşaret bi sûcên Tirkiyê yên li dijî gelan, di taybet gelê Kurd kir û got: "Em komkujiya Roboskî ya sala 2011'an de ji bîr nakin, heman komkujî niha li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dibin."
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Rîm Dada êrişa bi balafirên bê mirov ên biçek ên li ser Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şeremzar kir û got: "Armanc ji vê êrişê lawazkirina vîna ciwanan e, lê nizanin ku em şopdarên xeta şehîd Viyan û Nûjiyan in, em ê têkoşîn û berxwedanê geş bikin."
Endamê rêveber ê Meclisa Kampa Serdemê Reşîd Qebelan wiha axivî: "Ev şoreş bi xwîna şehîdan hatiye avdan, em nahêlin ku desthilat şoreşa me ya ku banga azadî û demokrasiyê dike, têk bibe."
Endamê Koordînasyona Kongra Star a kampa Serdemê Hesna Hisên wiha got: "Şoreşa me bi fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, bi hezaran şehîd di oxira jiyaneke bi azar û bi rûmet cane xwe dane."
Piştre nasnameya şehîd Nûjiyan Ocalan ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê Mihemed Mistefa ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan û silavkirina berxwedana Kobanê û ciwanên şoreşger bi dawî bû.
ANHA