Li kantona Kobanê karname li şagirtên seretayî hetin belavkirin
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê bi dawîbûna werza xwendinê ya yekemîn re karname li ser xwendekarên seretayî yên Kantona Kobanê belav kir.
Piştî bidawîbûna werza yekemîn a sala xwendinê, ku di 12`ê Îlona 2021`an de dest pê kir, karname li ser 43 hezar şagirtinên li 466 dibistanên seretayî li kantona Kobanê hat belavkirin.
Hejmara giştî ya xwendekarên dibistanên kantona Kobanê nêzî 56 hezar û 268 xwendekar in û hejmara giştî ya dibistanan jî nêzî 466 dibistan in.
Betlaneya werza yekemîn ji îro ve dest pê dike û di 30'ê Çileyê de dîsa dewama dibistanan dest pê dike.
(dx)
ANHA