‛Rêveveriya Xweser ne mecbûr e barên çeteyan hilgire û divê werin darizandin’
Malbatên şehîdan gotin, divê malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin derxistin, her wiha banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
ROJANE 27 Berfanbar 2021, Duşem - HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL
Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê ji xetertirîn kampên cîhanê ye, tê de 57 hezar û 460 kes hene, ji nav wan jin û zarok hene û ji 15 hezar û 603 malbatan pêk tê; ji Iraq, Sûriyê ne, ji jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên 54 welatan e.
Li kampê rojane sûc ji hêla jinên DAIŞ’ê ve têne kirin ku kamp kirine navendeke belavkirina fikirê DAIŞ’ê yên tundraw û di nava niştecihan de belav dikin. Îsal 126 sûcên qetilkirinê û 41 hewldana qetilkirin hatine kirin û kesên hedefgirtî birîndar bûn. Her wiha 13 kon hatin şewitandin.
Mayîna rewşa kampa Holê wek xwe, tunebûna însiyatîfên çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê, her wiha bêxemiya aliyên navneteweyî yên têkildarî li hemberî vê pirsgirêkê hêrseke mezin a gel çêkir, nexasim malbatên şehîdan ku hebûna çete û malbatên wan red dikin.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm destnîşan kir ku kampa Holê ji kampên din cudatir e, ji ber ku tê de malbatên DAIŞ’ê yên herî tundraw hene.
Ayat Îbrahîm da zanîn ku şêniyên herêma başûrê Hesekê rastî û fikirên tundraw ên DAIŞ’ê baş dizanin û xeteriya wê hîna heye û wiha got: "Sûcên rojane, şewitandina konan, sûcên ku jinên DAIŞ’î pêk tînin, ji ber îmareteke biçûk di kampê de çêkirine. Bi wê re jin bîranînên hevjînên xwe diparêzin û ev yek jî li ser herêmê û cîhanê xeternak e."
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Elaa Selûm got: "Ji ber hebûna malbatên DAIŞ’ê li kampên herêmê bi taybet li kampa Holê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser azarên mezin dikişînin. Ji ber ku di kampê de malbatên DAIŞ’ê hene û wan şêniyên herêmê qetil kirin û welat wêran kir."
Ayat Îbrahîm diyar kir ku jinên di beşa "Muhacîrat" a taybet bi malbatên DAIŞ’ê yên biyanî de, dibistanên taybet ava kirin ku zarokên xwe li ser fikirê DAIŞ’ê perwerde bikin û 'saziya hesabdayîn' aktîf kirin da ku jinên perspektîfên wan pêk neynin celd bikin anku li wan bidin. Ayat Îbrahîm bang li cîhan û civaka navneteweyî kir ku berpirsiyarên xwe pêk bînin.
Ayat Îbrahîm got, divê dewletên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ'ê de hebin berpirsyartiyên xwe bi cih bînin, hemwelatiyên xwe vegerînin, her wiha anî ziman ku divê dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin. Ayat Îbrahîm got, Rêveberiya Xweser ne mecbûr e malbatên çeteyan xwedî bike û berpirsiyariyên wan hilgirin.
Elaa Selûm got, divê civaka navneteweyî helwesteke rastîn û cidî têkildarî dosyaya DAIŞ’ê ji bo wergirtina welatiyên xwe de nîşan bide û li gorî qanûn û mîsaqên xwe darizîne û dadgeheke navneteweyî ya taybet bi darizandina çeteyan li herêmên Rêveberiya Xweser ava bike.
Li gel QSD’ê û Rêveberiya Xweser zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene, tevî gelek bangên wan ên ji bo pêkanîna berpirsiyariyên darizandina çeteyên DAIŞ’ê û wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de, civaka navneteweyî bê deng e.
Selûm diyar kir ku mafên Rêveberiya Xweser ye ku çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka xwe darizîne û wiha bi dawî kir: "Mafê wê ye ku wan li ser xaka xwe darizîne, ji ber bi hêzên xwe QSD’ê şerê wan kir û bi sedan şehîd û bi hezaran birîndar ji ber cîhanê tevahî da."
ANHA