Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdana dozgeriyê kir
Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Axaftina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 25'ê Adarê bi rêya telefonê çêbû. Ev axaftina bi Mehmet Ocalan re nîvco hatibû hiştin.
Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin. Jİ 7'ê Tebaxa 2019'an ve jî serlêdanên tênekirin bê bersiv têne hiştin.