JustPaste.it

​​​​​​​Denîz Firat: Şehîd Bêrîtan bû meşaleya têkoşîna li dijî dijmin û xayînan

Endama rêvberiya Navenda Jineolojî ya bajarê Kobanê Denîz Firat got, şehîd Bêrîtan di oxira azadiyê de destanên lehengiyê nivîsand û bû meşaleya têkoşîn û berxwedana li dijî dijmin û xayînan.

 

6dc91a57fab78dd5369f03e739a614cf.jpg
 JIN  25 Kewçer 2021, Duşem -  KOBANÊ SELWA EBDUREHMEN

 

25`ê Cotmehê, salvegera 29'an a şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan) e. Bêrîtan li hemberî xiyaneta PDK'ê û hevkariya wî ya bi dewleta Tirk a dagirker re teslîmkarî qebûl nekir, piştî berxwedaneke bêhempa ji bo ku nekeve destê dijmin xwe ji bilindahiya çiyayekî avêt û şehîd dibe. Bi vê yekê planên dijminan têk bir û bi benda xwe destanên fedekariyê nivîsandin.

 

Têkildarî mijarê, endama rêveberiya Navenda Jineolojî ya bajarê Kobamê Denîz Firat di salvegera şehadeta Bêrîtan de diyar kir ku şehîd Bêrîtan ji tevahî jinên li çar parçeyên Kurdistanê re bû nimûneya fedekarî û lehengiyê.

 

Denîz Firat got: "Şehîd Bêrîtan bi şehadeta xwe rêya azadî, bi taybet azadiya jinê ronî kir û li pey xwe mîratek mezin ji jinên Kurd ên azadîxwaz re hişt, her wiha li hember dijminê Tirk û xiyaneta PDK'ê teslîm nebû û bi şehadeta xwe destanên lehengiyê nivîsand."

 

Denîz Firat diyar kir ku Bêrîtan di pêkanîan serkeftinan li hemberî dijmin li çiyayên Kurdistanê de pêşeng bû û wiha pê de çû: "Bû meşelaya têkoşîn û berxwedanê li hemberî dijmin û xiyanetê. Şehîd Bêrîtan ji bo parastina mafên jinan berxwedaneke mezin nîaşn da, li hemberî xiyaneta PDK'ê ya ku xwest di kesayeta wê de berxwedana jinan bişkîne, sekinî û nehişt ku armancên wan bighêjin serî."

 

Endama rêveber a Navenda Jineolojî ya bajarê Kobanê Denîz Firatê anî ziman ku şehîd Bêrîtan bi şehadeta xwe rêya azadiyê jinên Kurd re ronî kir û got, her çiqasî zilm û tundî li ser jinan zêde bibe wê jin li ber xwe bidin, ji dijmin û xayînan re teslîm nabin û ji bo azadiya xwe dikarin çalakiyên fedayî pêk bînin.

 

Denîz Firat destnîşan kir ku gelek têkoşerên jin rêya azadiyê şopand wek Ronahî, Zîlan, Arîn Mîrkan û hwd ku banga azadiyê kirin û zilm û xiyanet red kirin.

 

Denîz Firat di berdewama axaftina xwe de got:" Xiyaneta heta îro berdewam e û ev yek di kiryarên PDK û hevkariya wê bi dewleta Tirk re diyar e. PDK'ê bi kemînekî gerîla li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê kir hedef û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, di nav de şehîd Tolhildan. PDK`ê her wiha cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake, ku li deriya Sêmalka çalakiyan didomînin."

 

Denîz Firat destnîşan kir ku dîrok di kesayeta xayînan de xwe dubare dike û got: "Bi saya têkoşîna azadiyê ya jinan û şehadeta Bêrîtan em gihaşti vê rojê."

 

Endama rêvberiya Navenda Jineolojî ya bajarê Kobanê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên ku ji bo wê şehîd bûne, da.

 

 

(dm)

 

ANHA

 

Video thumb