JustPaste.it
User avatar
ANHA Kurdî @ANHA_Kurdi · Feb 1, 2022

​​​​​​​Şêniyên Dêrikê êrişên dewleta Tirkiyê şermezar kirin

 

Şêniyên Dêrik li cihê êrişê, daxuyanî dan û êrişên dewleat Tirk a dagirker şermezar kirin.

 

b7b2b9d05244eafbd120f967fc0feebd.jpg
 ROJANE  02 Sibat 2022, Çarşem - 01:06 2022-02-02T01:06:00 QAMIŞLO

Şêniyên Dêrik, herêma Koçerat û Berav ji cihê bombebarankirina balafirên dewleta Tirk li dijî gundê Gir Kendal ê li herêma Koçerat daxuyaniyek da.

Piştî şênî li cihê bombebaranê kom bûn, daxuyaniyek ji raya giştî û cîhanê re da. hevserokê navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin: "Divê hemû bizanibin cihê ku faşîsta Tirk hedef girtiye stasyona kehrebê ya 4’an e ku kehrebe dide herêmê, bi taybet herêma Koçerat  hedef girt. Ew ji şêniyên herêmê re jêdera kehrebê ye. Faşîsta Tirk gel, destkeftî û binesaziya me hedef digire.

https://jpcdn.it/img/91e0f611ca00b93cac936502b910e5d1.jpg

Ev êriş nîşan didin ku faşîsta Tirk şirîkê DAIŞ’ê ye û tola binketina DAIŞ’ê di girtîgeha Xiwêranê de hiltîne. Ji ber wê bi navê gelên herêmê em bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên îdia ku li herêmê garantorên agirbestê ne bi erkên xwe rabin ku îstîqrar li herêmê misoger bibe.

Yan dewletên garantor sozên xwe bi cih bînin û li hember van êrişan bisekinin an jî ji herêmên me derkevin. Ji ber êrişên dewleta Tirk herêmên me hedef digirin, zarokên me li pêş çavên me dikujin. Ev bêdengî nîşaneya hevkariya bi dewleta Tirk re ye yan jî delweta Tirk bi erêkirina wan herêmê hedef digire.

Divê dewleta Tirk û hevalbendên wê baş bizanin çiqas êrişên xwe li dijî herêmên me zêde bikin, ewqas israr û berxwedana me zêde dibe. Ji ber em xwedî maf in û dê bi serkevin."

(fr)

ANHA