Ji ber wergera pirtûka Rojavayê Kurdistanê, 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn
Sendîkaya Nivîskarên Îranê ragihand ku endamê wan Areş Gencî ji ber wergera pirtûka “Mifteyek biçûk deriyekî mezin” ya li ser Rojavayê Kurdistanê, 11 sal cezayê girtîgehê ji aliyê rejîma Îranê ve lê hate birîn.
Sendîkaya Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rejîma Îranê ji ber ku pirtûkek ya derbarê bûyerên girîng ên navçeyê û Rojavayê Kurdistanê werger kiriye, Sekreterê Sendîkaya Nivîskarên Îranê Areş Gencî bi tawana “li dijî komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” û “Endamtiya partiyeke muxalif” hatiye sûcdarkirin.
Li gorî agahiyên Nasir Zerefşan parêzerê Gencî parvekirî hatiye gotin ku ew sûcbarî û hikmê giran tenê ji ber wergerkirina pirtûka bi navê “Mifteyek biçûk deriyekî mezin” ku di qala bûyerên girîng ên herêm û Rojavayê Kurdistanê dike hatiye ferzkirin.
Rejîma Îranê bi vê hincetê di ser mala Areş Gencî de girt û dest danîn ser hin belge û kel û pelên malê û Gencî rakirine girtîgeha Êvînê ku 11 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.
Hêjayê bibîr xistinê ye ku du sal ji beriya niha hêzên rejîma Îranê Areş Gencî destgîrkiribûn û piştî 4 hefteyan bi danîna 450 milyon Tûmen ji girtîgeha Êvînê serbest hatibû berdan. Doza wî sala piştî wê jî bi hêceta ne zelalbûna hin mijar û delîlan dadgeh taloqê demekî din kiribû.