Gerîlayên Botanê sînoran hildiweşîne û bi xeyala nêzî Rojê bibe dimeşe. Tu teknîk nikare îradeya mirov bide sekinandin. Ne artêşa Tirk a dagirker, ne kurmên darê û ne jî kesên rûmeta xwe bi pênc qiruşan didin firotin.
Wan hemû sînor hilweşandin û çûn Bakur, ji ber ku wan azadî xeyal dikirin. Wekî firtoneyekê û wekî topeke êrîşê ketin ser çiyayên Botanê. Di heman demê de gav bi gav bi rê ketin.
Li cihên cihê ez rastî navê gelek gerîlayan têm ku navê wan di bîranên li Botanê de derbas dibe. Nexwe gerîla û eşqa evînê tu sînoran nas nake di dema guhertin mekanan de. Herî zêde Saît Uçlu ev tişt baş vedigot. Şehîd Saît Uçlu digot “Ev serdem, serdema dawîn a serhildanan e/Kî dikare ji heyv û stêrkan re sînoran çêbike.”
Niha jî şervanên azadiyê van risteyên helbestê dadigirin. Rahîmeya berxwedêr, Rêncberê di dilê wî de hezkirina rêhevaltiyê hebû, Zagrosê bi fîzîka xwe li hemberî dijmin têdikoşiya, Geverê bi ruhê xwe yê çalakger û gelekên din.
KÎ DIKARE SÎNORAN JI WAN RE XÊZ BIKE
Kî dikare ji şervanên ku dilê wan bi evînê dişewite re xêz bike? Ji xeynî kesên dilê wan ne tijî evîn e, kî dikare li hemberî berf, firtone, ronahiya tund a biharê, germahiya hevînê û demsalên herî şil re li ber xwe bide?
Dema ku mirov van tiştan tîne ba hev, divê mirov ji bo çalakiyên li Botanê şaş nemîne. Çalakiyên gerîlayên YJA Star û HPG’ê helwesta herî rast a gerîlayan e ku dixwazin dagirkeriya Başûr bidin sekinandin. Di çalakiyên sabotajê yên YJA Starê de, di her çalakiyên sûîkast û vedizînê yên gerîlayên HPG’ê de vê hîssiyatê xwe mezintir kir. Îradeya li Zapê şer dike, li Girê Cûdî li ber xwe dide û li Girê Amêdiyê ligel çalakiyan ji dagirkeran re tê gotin ‘Were teslîm bibe, wê gerîla te bide jiyîn, te nakuje. Ji ber ku gerîla ji bo mirovayetiyê û cewhera jiyana rast şer dike.”
Gerîlayên Botanê ji bo ji Zapê re bibe hilmek, ji bo barê gerîlayên li Avaşînê sivik bike çalakiyan dike û di şertên dijwar de jî edaletê pêk tîne. Bi lêdana mêtingeran re vê edaletê pêk tîne. Gerîlayên ku li Botanê bi Pêngava Şehîd Diljîn û Şehîd Şervan jiyana azad diparêzin, li zaliman didin û Kurdistanê azadtir dikin. Dema ku ew lê didin gerîla zêde dibe û Zap bi ser dikeve. Dema ku ew lê didin Avaşîn bi ser dikeve û Girê Cûdî înisîyatîfê bi dest dixe.
Gerîla bi êrîşê, bi hilweşandina sînoran, bi baweriyê û bi xeyala nêzî Rojê dimeşe. Tu teknîk nikare dilên ku dibêjin ‘Ez ê bi ser bikevim’ a îradeya mirovan bisekinîne. Ne artêşa Tirk a dagirker, ne kurmên darê û ne jî kesên rûmeta xwe bi pênc qiruşan didin firotin. Çi kesên ku vî tiştî dizanin berê xwe didin Stêrka Bakur. Her dilê ku vî tiştî dizanin hemû sînorên mêtinger hildiweşîne û ber Bakur ve dimeşe ya ku ronahiya wê dîl hatiye stendin. û ber bi Rojê ve dibezin.