JustPaste.it

Bi hezaran şehîd Nûjiyan Ocalan oxir kir

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê spartin axê.

 

f97a638d25cd20d596bab3cb1e9fcdba.jpg
 ROJANE  29 Berfanbar 2021, Çarşem - 16:56 2021-12-29T16:56:00 ŞEHBA

 

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Kurd cenazeya endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan) a 25'ê Kanûnê tevî 4 hevalên xwe di bomebebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Avîn ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ve çûn.

Li goristanê, merasîmeke hate lidarxistin. Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Menal Şêxo sersaxî ji malbata Nûjiyan û tevahiya gelê herêma Efrînê re xwest.

https://jpcdn.it/img/29e57155a8922d0ab1bf0ac565b5ea94.jpg

Menal Şêxo ev li gotina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewldana lawazkirina vîn û berxwedana me dike, her wiha tecrîdê li ser rêber Ocalan ferz dike û rojane li dijî şêniyên Efrînê û xwezaya wê sûcan pêk tîne. Bi balafirên bêmirov malên welatiyan bombebaran dike."

Menal Şêxo bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bang li rêxistinên mirovî û hiquqnas dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin, hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin û wê ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî derxe."

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Avdar Elo nasnameya şehîd Nûjiyan xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

(eh)

ANHA

 

Video thumb