JustPaste.it

Li Kampa Lavrîonê dibistana zarokan

În 14 Çile 2022 - 22:39

 

1c66aff7ca0c059c062a3d9954c02428.jpg

 

  • Li kampa Kurdistanîyan a Lavrionê ya nêzî Atinayê, ji bo zarokên Kurd dibistana seretayî vebû. Di dibistanê de zarok li ser çand û zimanê Kurdî perwerde dibin.

Li kampa Kurdistanîyan a Lavrionê ya nêzî Atinayê, ji bo zarokên Kurd dibistana seretayî vebû. Di dibistanê de zarok li ser çand û zimanê Kurdî perwerde dibin.

 

Li kampa li bajarê Lavrionê koçberên Kurd, ji bo zarokên xwe perwerde bikin di nav kampê de dibistana seretayî ava kirin. Ji bo ku zarokên Kurd çanda xwe û civakbûnê fêr bibin, perwerdeyê dest pê kir.

 

Perwerde hefteyê çar rojan e û dersên wek bîrkarî, jiyan û hawîrdor, mûzîk, Kurmancî, xwendin û nivisandinê tên dayîn.

 

924c3fd05c73b31dc3feb16a26cc2423.jpg

 

Koçberên Kurd ên li kampê bi awayekî demokratîk û komûnal rêxistina xwe dikin. Xelkê kampê ji bo zarokên xwe dibistan ava kirin û dest bi perwerdeyê kir. 

 

Mamosteyê dibistanê Agît Kaplan bal bire ser pergala bişaftinê û got, "Em li vir zarokan bi zimanê Kurdî perwerde dikin. Dixwazin hişmendiyeke demokratîk û komunal bi wan re çêbikin. Li Kurdistanê dagirker li ser ziman û çanda me polîtïkayên qirêj dikin. Dixwazin me bihelînin û biqedînin.

 

Lê em ê her tim li  ber xwe bidin û ziman û çanda xwe biparêzin. Bila malbatên me yên Ewrûpayê jî ji bo perwerdeya zarokan hewl bidin. Zarok sibeeroja me ne."

 

Malbatên li nav kampê jî wek mamosteyan di nav jiyanê de li ser perwerdeya zarokan disekinin û dixwazin zarok bi çand û dîroka Kurdî mezin bibin.

 

ANF/ATÎNA