Li dijî gundekî Şehbayê êrişa balafirên bê mirov
2 balafirên bê mirov û yên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bombebaran kirin. Li gor agahiyan zirarên madî çêbûne.
Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku 2 balafirên bê mirov û yên biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê herêma Şehbayê bombebaran kirin.
Her wiha dan zanîn ku di encamê de zirarên madî çêbûne.
(şx)
ANHA