Çima peymana Stenbolê!
Desthilata AKP-MHP’ê li dijî beşên civakê hemûyan bi armanca qirkirinê dest bi êrişan kiriye. Êrişên leşkerî têra wan nekir vê carê bi guhatina qanûnan dixwazin civakê hemûyî têxin bin kontrola xwe. Piştî qanûna înfazê û efûkirina tecawizkaran niha jî bi derxistina qanûna ‘pir baroyan’ dixwazin darazê jî bi xwe ve girê bidin. Lê qanûn û destûrên ku wan li qada navneteweyî îmze kirine ji nedîtî ve tên.
Ev demek e ku peymana Stenbolê mijara sereke ya jin û azadîxwazan e. Dewleta Tirk di sala 2011’an de bûbû yekem dewlet ku Peymana Konseya Ewrûpayê ya ku bi navê Peymana Stenbolê tê binavkirin îmze kiribû.Her çiqasî ev peymana ku bingeha xwe ji rêgeza wekheviya zayendan digire, di 1’ê Tebaxa 2014’an de ketibe pratîkê jî bê wate bû. Ji ber ku desthilatdariya faşîst a AKP’ê ji bo bicihanîna vê peymanê tu gavên berbiçav neavêtin. Desthilatdariya faşîst a ku dijminê jinan e, niha jî ji bo peymanê betal bike, zend û bend badane. Weke her tim vê carê jî Erdogan ê yek parêz gava yekem avêt û got; ‘Peymana Stenbolê ne Nas e’. Paşê gav bi gav sazî û komeleyên girêdayî AKP’ê û medyaya alîgir êrişên xwe yên li dijî peymanê zêde kirin. Herî dawî Erdogan ê ku êdî bi awakî eşkere dijminatiya jinê dike diyar kir ku ew ê ‘Peymana Stenbolê’ ji nû ve di ber çavan re derbas bike. Bi vê armancê 1’ê Tîrmehê di civîna bi vîdeokonferansê ya bi serokên AKP’ê yên bajaran re çêkir dîsa li dijî peymanê axivî û ferman da ku peyman ji pratîkê bê derxistin. Piştî vê fermanê bi rojekê ango 2’ê Tîrmehê kelemşor û dûvikên Erdogan li xwe mikur hatin ku ew li tirkiyê nikarin pêşî li şîdet û kuştinan bigirin. Yek ji wan jî Numan Kurtuluş bû. Nûman Kurtulmuş got; Em di pêşîlêgirtina şîdetê de nikarin tiştekî bikin. Pejirandina peymana stenbolê xeletî bû. Lê ji axaftinên wan jî diyar e ku xala bingehîn a wan aciz dike nivîsa peymanê ye ku bi zimanê jinê hatiye nivîsandin.
Baş e, di naveroka peymana Stenbolê de çi heye. Çima ewçend Erdogan û hevalbendên wî jê aciz in? Peymana Stenbolê ji partiyan daxwaz dike ku ‘tedbîrên pêwîst ên qanûnî û yên din’ bên girtin da ku şîdet û newekhevî çênebe. Her wiha di peymanê de tê xwestin ku xebatên bihêzkirina jinê bên berfirehkirin. Li aliyê din li gorî peymanê cûdahiya ji ber ‘zayend, nijadî, reng, ziman, ol, siyaset ango fikrên cûda, rewşa zewacê, rewşa koçber û penaberan û hwd. divê neyê kirin. Lê tê zanîn û eşkere xuya dike ku li tirkiyê xaleke tenê jî ya peymanê nayê bicihanîn. Em vê ji kuştin û windakirinên jinan dizanin. Roj tine ye ku li tirkiyê û Kurdistanê bûyereke sosret rû nede. Li şûna ku pêşî li wan bûyaran bigre bi qanûnan êrişî civakê dike.
Niha jî dijminê jinan AKP-MHP’ya faşîst hewl didin peymana Stenbolê li dijî jinan bi kar bîne. Her roj jinên çalak digre û davêje zîndanan. Êrişî destkeftiyên jinan dike. Deriyê sazî û dezgehên jinan mor dike. Bi qanûnan rê dide ku şîdet, kuştin û windakirinên jinan zêde bibin. Lê çawa ku heta niha jinan hemû plan û hesabên wan ser û bin kirin. Ji niha û pêde jî wê bi têkoşîna xwe gavan bi wan paş de bidin avêtin. Sazî û tevgerên jinan bi rêya kampanya û çalakiyên xwe dibêjin em ê destûr nedin ku destkeftiyên me bên xespkirin.