Nivîskarekî filistînî: Rastî ji hemû welatiyên ereban eşkere ye
Di salên borî de Erdogan pirsgirêka Filistînê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar anî. Lê di demên dawî de rastiya xîtaba wî ya siyasî ya derbarê vê pirsgirêkê de eşkere bû. Gelo Erdogan çawa ev pirsgirêk wekî kaxezkê di destê xwe bikar anî da ku armancên xwe pêk bîne?
CÎHAN - ROJHILATA NAVÎN 30 Adar 2022, Çarşem - 09:27 2022-03-30T09:27:00 XEZA – OMER MÛSA
Gavên dawî yên dewleta Tirk ên girêdayî xwenêzîkirina ji Îsraîlê re, ji bo aliyên têkildarî kar û barên Filistînê cihê xalpirsînê ye. Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Îsraîlê Isaac Herzo rastî bertekên tund ji aliyê filistiyan ve hat. Ev hevîdîtin armancên Erdogan nîşan dide ku dixwaze pirsgirêka Filistînê wekî kaxezeke serkeftî di bi kar bîne da ku gelên îslamê û yên Erebî bi aliyê xwe ve bikişîne, di heman demê de da ku li ser hesabê filistîniyan armancên xwe yên siyasî pêk bîne.
Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê filistînî Mihemed Ebû Mehadî ji ANHA`yê re got, ji destpêka ku Erdogan bûye serokkomarê Tirkiyê ve hebûna xwe di pirsgirêka Filistînê de dibîne, ji ber ku ev pirsgirêk mijareke aktîv e ku bi rêya wê dikare destekdayîna gel qezenc bike.
Ebû Mehadî wiha domand: "Erdogan bi rêya daxuyaniyên xwe hewl da asta girêdana xwe bi û dixwaziya xwe ji bo parastina filistiyan bide xuyakirin. Lê di heman demê de hewl dide têkiliyan bi Îsraîlê re firehtir û xurttir bike. Li gorî hin raporan, têkiliyên bazirganî yên pêşketî yên Tirkiyê û Îsraîlê, baştirîn têkiliyên aborî yên Îsraîlê yên bi hemû dewletên Rojhilata Navîn re ye."
Ebû Mehadî diyar kir ku di demên dawî de ev têkilî pêş ketin, bi awayekî eşkere behsa wan hate kirin û got, hemwextî van têkiliyan Tirkiyê têkiliyên di navbera Îsraîl û dewletên din de rexne dikir.
Ebû Mehadî bal kişand ser destpêka van têkiliyan û diyar kir ku ev têkilî bi axaftina li ser qada parastinê ya Tirkiyê û Îsraîlê dest pê kir, piştre bi mijarên gaza Îsraîlê û derxistina wê bi rêya Tirkiyê ber bi dewletên Yekitiya Ewropayê ve berdewam kir.
Ebû Mehadî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji demeke dirêj ve xwesteka xwe ya pêşxistina têkiliyên bi Îsraîlê re veneşart û di gelek boneyan de eşkere behsa vê mijarê kir.
Ebû Mehadî wiha pêde çû: "Xîtaba gelêrî ku Erdogan bikar anî li beramberî serdanên domdar ên şandeyên tirkî û îsraîlî ket. Serdana dawî ya serokê Îsraîlê ji Tirkiyê re bû ku bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin, paşê vekirina asoyên hevkariya siyasî, ewlehî û aborî di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de hate ragihandin."
Lêkolîner Ebû Mehadî diyar kir ku rastî ji hemû welatiyên ereban eşkere ye û got: "Hemû dirûşmeyên ku Erdogan xwe li pey wan vedişart, tenê dirûşmeyên ji bo çapemeniyê bûn û mîna tedbîqatan bû ku pê têkiliyên aborî û stratejîk ên bi Îsraîlê re binixumîne. Ev xîtab bi bin ket û yên mîna wê jî wê bi bin bikevin. Hilbijartin li Tirkiyê hene. Ez texmîn dikim ku hêzên mûxalefetê yên Tirkiyê girîngiya dosyaya Filistînê baş dizane ku Erdogan di salên borî de pê civaka Tirkiyê xapand."
Ebû Mehadî di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Li gorî anketên ku di demên dawî de li Tikiyê derketin, mûxalefeta Tirkiyê derfetên pêşketî di hilbijartinên pêşwext de bidest xist. Tê payîn ku hilbijartin di sala bê de were lidarxistin. Dibe ku hin derfet hebin ku heger vexwendina hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê were kirin."
Ebû Mehadî got, filistîniyan asta xapandinê ya ji hêla Tirkiyê ve tê kirin, nas kirine û xwe naspêrin tu helwestên Tirkiyê ku dibêje wê tevahî cûreyên desteka siyasî yan jî aborî bide civaka Filistînê.
Nivîskar Mihemed Ebû Mehadî îşaret pê kir ku hin projeyên ku dewleta Tirk li di nava salên borî de behsa wan dikir û digot ew ê li hemberî ambargoya ku Îsraîlê ferz kiriye destekê bide Xezayê, eşkere bûn ku ev hemû propagandeyeke vala ne û wiha dawî li axaftina xwe danî: "Mînkên vê yekê; dewleta Tirk soz da ku wê stasyoneke kehrebeyê bide Xezayê, destekê bide projeyên avakirina Xezayê, aloziya kehrebeyê çareser bike û soza hin projeyên aborî da, lê ev yek pêk neanî. Paşê hate diyarkirin ku ew tenê hewldanên dewleta Tirk ji bo keysbazkirina rewşên mirovî û siyasî li Xezayê da ku wêneyê rejîma xwe ya deshilatdar spî bike. Ev rejîm desthilatê li dijî gelê xwe bikar tîne, her wiha bi rêya destwerdana leşkerî û siyasî zordestiyê li ser dewletên derdorê dimeşîne."
(bx)
ANHA